Rojnameya Zamanê a ku wek rojnameya Cemeeta Gulen tê zanîn, heqaret li Rêberê PKK Abdullah Ocalan kir. Dîrektorê weşana giştî a Zamanê Ekrem Dumanli, di qunciknivîsa xwe a bi sernûçeya, “Zimanê aşîtiyê a ku we digot ev e?” de, ji bo Ocalan peyvên wek, kanc (kustah), narsîst, qeşmer (soytari), megaloman û sîxurê bi tescîl bikartîne. Sedema vê heqaretê jî, gotinên Ocalan yên ku bi şandeya BDPê re gotine ne.
Wiha nivîsandiye, “berê her tiştî ew mirovekî kanc e û narsîst e… ew kûklayê emperyalîstan yê ku av tevlê nebûye ye… ew qeşmerekî nijadperest e… Ez bi gotinên Apo şaş nebûm. Ew her tim ev bû. Ew mirovekî megaloman yê ku xwe pîroz dibîne ye. Bi xwe sîxurekî bi tescîl e lê mirovên paqiş bi sîxuriyê sûcdar dike… “
Dumanli, di nivîsa xwe de bi zimanekî tund gotinên Ocalan yên di derbarê Fethullah Gulen de rexne dike û pesna Gulen dide. Dîsa bêdingiya li hemberî gotinên Ocalan a hikumeta AKPê û kesên ku dengê xwe dane AKPê jî rexne dike.
Nivîskarê Zamanê, pirranî jî li ser “çareseriyeke bê Ocalan” disekine û gotina xwe tîne ser vê: Ne dewlet, Ocalan muhtacê dewletê ye. Ku dewlet wî muhatab negire, ew ê biqede û wê di girtîgehê de bimre.
AVESTA KURD