Zewaceke ecêb. Sanele Masîlela zarokê 8 salî, bi jina 61 salî Helen Shabangu re zewicî. Li Efrîkaya Başûr, zavayê 8 salî Sanela Masîlela, wesiyeta kalikê xwe li erdê nexist û bi jina ku 5 zarokên xwe hene a 61 saliye re zewicî. Zarokên bûka 61 salî jî tevlî merasîma zewacê bûn.
Dayika zava ji bûka xwe biçûktir e, xwesûye 46 salî ye. Wiha dibêje: “Xezûrî min pirr dixwast ku kûrê min bizewice. Ger ku me wesiyeta wî bicih neaniya tiştên pirr xerab wê bihatana serê me. Em nikarin bav û kalên xwe biqeherînin.”
Malbata zavayê teze diyar dike ku, îmzeya fermî nehatiye avêtin û ku Sanele mezin bibe, wê bi jineke deraxî xwe re bizewice.
AVESTA KURD