Serrûpel Magazîn Solîst Dîlan keça Îbo derket (Vîdyo)

Solîst Dîlan keça Îbo derket (Vîdyo)

Belav bike

Keçeke din a stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises derkete holê. Di bernameya Fox Tv. a bi navê “Wek Avê” de, ku stranbêj Songul Karli û Ugur Arslan pêşkêş dikin û bernameyeke zewicandinê ye, namzetê zavatiyê Samî Beg, îdia kir ku, solîsta bernameyê a bi navê Dîlan, keça Îbrahîm Tatlises e.
Ji ber vê îdiayê, herkes matmayî ma. Pêşkêşvanên bernameyê Songul Karli û Ugur Arslan jî ew îdiaya Samî Beg qebûl kirin û anîne ziman ku, Dîlan dixwaze bi xîreta xwe li ser lingên xwe bisekine û ti cara nexwestiye ku navê bavê xwe Îbrahîm Tatlises bikarbîne.
Li ser vê rûdanê, Dîlanê bername terk kir. Her çiqas bang li Dîlanê hate kirin ku bila vegere bernameyê û behsa vê bûyerê wê neyê kirin jî, keça Tatlises Dîlan venegeriya bernameyê.

AVESTA KURD