Serrûpel Nûçe Hasan Cemal li Qendîlê ye

Hasan Cemal li Qendîlê ye

Belav bike

Nivîskar û rojnamevan Hasan Cemal, piştî peyama Ocalan a “bila çek bêdeng bibin û fikir biaxifin”, çû Qendîlê û li quntarên çiyayên Qendîlê, li gundekî bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan re hevpeyvîn pêk anî.
Hasan Cemal, piştî 15 sal xebitandinê, meha borî ji rojnameya Milliyetê hatibû dûrxistin. Hasan Cemal, di derbarê pêvajoyê de çend nivîs nivîsandibûn û ew nivîsên wî, rasta nerazîbûna hikumetê hatibûn û loma jî ew ji Milliyetê hatibû dûrxistin.
Hevpeyvîna bi Karayilan re, di 23ê Adarê de pêk hatiye û 5 seet û nîv dewam kiriye. Ligel Karayilan, Ronahî Serhat (Alîkarê Serokê Konseya Rêvebir a KCKê), Zekî Şengalî (Endamê Konseya Rêvebir a KCKê) û Ahmed Denîz (Nûnerê Pêwendiyên Derve yê bi Kurdistana Başûr re) hebûne.
Karayilan, di destpêka hevpeyvînê de wiha gotiye: “Wek Rêber Apo diyar kiriye, bi rastî jî em serdemeke dîrokê dijîn. Ji bo aşitiyê helbet heviya me heye. Her tim Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dibêje ‘me rîskên mezin girtin’, ji bo me jî, rîskên cidî yên vê pêvajoya aşîtiyê hene. Ji aşitiyê wê herkes qezenç bike.”
Li ser pirsa Hasan Cemal, Karayilan jî îfade kiriye ku, “rast e, li gorî me jî dema çekan derbas bû ye.”
Ji bo xwe vekişandina PKKê jî Karayilan diyar kiriye ku, pêwiste tiştên ku dikevine ser milên hikumet û meclîsê bêne bicihanîn.
Di berdewamiya hevpeyvînê de Karayilan aniye ziman ku, Ocalan di peyama xwe de çarçoveyeke tevgerê a felsefî, dîrokî û îdeolojîk raxistiye ber çavan. Bi awakî stratejîk nêzika pêvajoyê bûye, ne taqtîk û qala bûuta teknîkî a salnameyê nekiriye. 
Di mijara agirbestê de jî Karayilan bi Hasan Cemal re gotiye ku, “ger ku agirbest ne dualî be, ne pêkan e ku were sepandin. Lê hêviya min ew e ku, agirbest dualî be.”
Hasan Cemal dipirse, “gelo şertê aşîtiyeke rastîn azadbûna Apo ye?” Karayilan dibersivîne, “teqez wisa ye. Aşitiyeke mayînde bi azadiya Apo ve girêdayiye…”

AVESTA KURD