Serrûpel Nûçe Ocalan ji bo Gulen çi got?

Ocalan ji bo Gulen çi got?

Belav bike

Parlamenterê BDP’ê Sirri Sureyya Onder ku di şanda duyemîn û sêyemîn a BDP’ê ya serdana Îmraliyê kirî de cih girtî, diyar kir ku Ocalan silav ji Fethullah Gulen re şand. Gullen niha Amerîka dijî.

Li gor rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, Sirri Sureyya Onder wiha got: “Birêz Ocalan, silav ji Fethullah Gulen re şand. Nêzîkatiya Fethullah Gulen a ‘Di lihevkirinê de xêr heye’, nêzîkatiya min e jî. Em dikarin ji bo li tevayî Rojhilata Navîn ku siyaset û aştiyekî demokrat bi hev re bixebitin, silavên min li birêz Fethullah Gulen bikin. Yê herî zêde ew fêm kirî, ez im.”

Fethullah Gulen çi gotibû?


Piştî despêkirina mûzakereyên nû yên Ocalan û PKK’ê yên ji bo berdana çekan, Fethullah Gulen peyamek di bin navê ‘Di lihevkirinê de xêr heye’ belav kiribû. Rûdaw