Simkoyê Şikak an Smayîl Axayê Şikak an jî Simko (z. 1887Kela Çariyê – m. 30’ê pûşperê, 1930Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, di vê rastiyê de ye ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê li jêr desthilatdariya dewleta navendiya Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê dimeşand. Ev karê han (ku Simko karî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora hev bicivîne), di wê serdema ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê aẍatiyê de bû, karekî wiha hêsan nebû. Wikipedia