Serrûpel Nûçe Şaredarê Wanê Bekir Kaya hat berdan

Şaredarê Wanê Bekir Kaya hat berdan

Belav bike

Di rûniştina îro a doza KCK a Wanê de, 5.Dadgeha Cezayê Gran a Wanê, ji bo 13 siyasetmedarên Kurd yên ku dihatin darizandin, biryara serbest berdanê da.
Ligel Şaredarê Wanê Parêzer Bekir Kaya, jê 8 girtî, 13 kes dihatin darizandin.
Di 7ê Hezîrana 2012 an de, li dijî siyasetmedarên Kurd li Wanê operasyon hatibû lidarxistin û ligel Şaredar Bekir Kaya, 13 siyasetmedarên Kurd hatibûn binçavkirin. Dadgehê, ji bo Şaredar Bekir Kaya û 9 siyasetmedarên Kurd biryara girtinê dabû û ew şandibûn girtîgehê.
Piştî 10 mehan hemû siyasetmedarên ku di vê dozê de dihatin darizandin, hatin serbest berdan.

AVESTA KURD