Serrûpel Nûçe Ketiye greva birçîbûna mirinê û PYD dermanê wî nadinê

Ketiye greva birçîbûna mirinê û PYD dermanê wî nadinê

Belav bike


Azad Walî ku berî vê bi çend rojan li Kobanî ji aliyê asayîşa PYD ve hatibû girtin, piştî ku ew ji gelek mafan bêpar kiribûn, wî û hevalekî xwe roja 18 vê mehê dest bi greva birçîbûnê ya mirinê kirin.

Ji ber ku bavê Azad Walî, Ebdulrezaq Walî ku bi xwe mamostayê fîzîkî ye, ji ber ku beşdarî bultena nûçeyan ya Rûdawê bûbû, asayîşa PYD weke ceza dabû malbatê û qedexe kir ku ew biçe zarokê xwe di zindanê de bibîne.

Malbata wî ji Rûdawê re diyar kir ku kurê wan Azad nexweş e, îro dermanê wî jî nedane wî, sedem jî ew bû ye ku bavê wî di Rûdawê de li ser kurê xwe axifiye û xwestiye wî serbest berdin.