Lîstikvana Amerîkî û Qasida Niyeta Baş a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Angelina Jolie, li Efganistanê ji bo keçên Efganî dibistaneke serete vekir. Di dibistana ku li nêzika paytext Kabîlê, li gundê bi navê Tangi hatiye vekirin de, 300 keçên Efganî wê karibin perwerdehiyê bibînin.
Li gorî nûçeya malpera E! News, di pêşerojê de dixwaze ku li hîn gellek deran dibistanên bi vî rengî veke.
Angelina Jolie, pereyên ku pê dibistanan vedike, ji hatiniya ku bi mucewherin bi xwe pevxistiye a bi navê “Style of Jolie” pêşwazî dike.
Angelina Jolie, hemû pereyên ku ji firotina mucewheran wê qezenç bike, dike ji bo vekirina dibistanên nû xerc bike.
Angelina Jolie ji gellek zarokan re dayiktiyê dike. Ji Wietnam, Kamboçya û Etiyopyayê 3 zarok girtine nifusa xwe û xwedî dike. Dîsa ji aktorê navdar Brad Pitt 3 zarokên xwe hene.
AVESTA KURD