Serrûpel Nûçe PYD êrîşî serokê Al Partî kir

PYD êrîşî serokê Al Partî kir

Belav bike

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê Mihemed Reşo li ser daxuyaniya serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) ji Rûdawê re wiha got: “Ebdulhekîm Beşar bûye navenda derew an. Ji îflasa xwe ya siyasî van gotinan dike.”

Nûnerê PYDê li ser daxuyaniya sekreterê El-Partî ya ‘Hêzên YPGê, heval Behzad Dorsin çawa revandin, Ebû Ella, Meşaal Temo, Dr. Şêrzad, Elî Seydo û bi dehan endam û serkirdeyên nîştîmanî kuşt’ wiha got: “Bila Ebdulhekîm Beşar îspatekê bêne û were em biçin dadgehê.”

Mihemed Reşo diyar kir ku şerme gotinên bi vî awayî bên gotin û wiha got: “Em dixwazin yekîtiya kurdan hebe û li ser vê yekê kar bikin.”

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê li ser şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rejîma Sûriyê ya li Qamişlo jî wiha got: “YPG di pozîsyona parastinê de ye û ne di ya şer de ye.”

Reşo diyar kir ku ne dixwazin şerê Artêşa Azad a Sûriyê bikin û ne jî şerê rejîmê û wiha daxuyand: “Em dixwazin meseleyê bi rêyên siyasî û diyalogê çareser bikin.”

Li ser pirsa ‘Wê şerê YPGê yê ligel rejîmê berdewam bike?’ wiha got: “Em timî di pozîsyona parastinê de ne û ne di xeta şer de ne.”

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Mihemed Reşo diyar kir ku naxwazin ti pirsgirêk di navbera wan û ereban de çêbibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em naxwazin ti pirsgirêk di navbera me û eşîrên ereb ên li herêmên kurdî de dirûst bibe. Em naxwazin şer bê herêmên kurdî.”

Ebdulhekîm Beşar çi gotibû?


Serokê El-Partî Ebdulhekîm Beşar berî du rojan li siyaseta PYDê ji Rûdawê re wiha gotibû: “PYD hêzekî dagirkire û ne dîfakto ye. Kes nikare bêyî pejirandina PYDê ti tiştekê bike. Bi dîtina PYDê rojavayê Kurdistanê milkê PYDê ye û xelkê rojavayê Kurdistanê jî hemû berin û koleyê wê partiyê ne. PYD li ser wî bingehî tevger dike û nikare dengê dijber bibihîse. Her li ser wî bingehî dijberiya El-Partî dike, xelkên nîştîmanperwer û xebatkar direvîne û dikuje.”

Ebdulhekîm Beşar di axaftinên xwe de wiha got: “PYD bi mantiqê kevin ê Baasê kar dike. Tevgerên ku PYD dike, tenê Seddam Hûsên kiriye.  Egerna heta niha rejîma Baasê ya Sûriyê bi wî awayî mamele nekiriye. Me li hemberî Baasê serê xwe netewandiye û li beramberî PYDê jî serê xwe natewînin. Bi baweriya min PYD di siberoja rojavayê Kurdistanê de ti cihek nîne. Ger ev rewş bi vî awayî berdewam bike, wê şoreşek li dijî PYDê serî hilde. Wê xelk ji Dêrikê heta Efrînê li dijî PYDê rabin.”

Tevî îmzekirina Peymana Hewlêrê (24.12.2012) ya navbera hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de, heta niha jî nekarîne rêzên xwe bikin yek. Roj li pey rojê peywendiyên navbera wan hêzan, bi taybet navbera El-Partî û PYDê de aloztir dibin. Rûdaw