Serrûpel Magazîn Êdî kesên diçin TRT 6 ne “xayîn“ in

Êdî kesên diçin TRT 6 ne “xayîn“ in

Belav bike
Her çiqas hinek hunermendên ku xwe nêzîkî PKK dibînin, bi şêweyekî ne eşkere pêwendiyên xwe ligel TRT 6 danîbûn jî, lê bi awayekî eşekre wan derketina ser ekranên TRT 6 boykot kiribûn.

derketina ser ekranên TRT 6 weke gaveke xerab û ji welatparêziyê dûr, heta niha dihate nirxandin.

Hunermendên ku diçûn TRT 6 , çi mêvan çi jî weke pêşkêşvan, bi xiyanetê dihatin tewanbarkirin.

Pêvajoya Aştî û çareseriyê, ya ku serokê PKK dest pê kiriye û ji aliyê gelê Kurd ve weke gaveke baş û erênî tê nirxandin, bandora xwe li hunermendên nêzîkî PKK kir, êdî ewê jî gava xwe ber bi aştiyê ve bavêjin û Koma Aştiyê ya Hunermendan bişînin TRT 6.

Jêdera ku ev nûçe gihande AVESTA , nexwest em navê wan hunermendên ku di nava Komê de cih bigirin eşkere bikin, ji ber ku heta niha lîste bi temanê zelal nebû ye.

Di rojên pêş de emê lîsteya navên di komê de cih bigirin eşkere bikin.

AVESTA KURD