Serrûpel Magazîn Ehlamê gav paşve avêt

Ehlamê gav paşve avêt

Belav bike

Duh (20.04.2013) êvarê di pêşbirkeya stranan a bi navê “Arab Idol” ku li televîzyona MBC a Lubnanê de tê weşandin, endama jûrî ya pêşbirkê û hunermenda ereb Ehlam Şemsî ji beşdarvana kurd Perwaz Husên re gotibû: “Ez dijî wê me ku bêjin Perwaz ji Kurdistana Iraqê ye. Kurdistan beşek ji Iraqê ye lewma divê bêjin Perwaz ji Iraqê beşdar bûye…”

Gotinên Ehlam Şemsî rastî nerazîbûna kurdan hat û gelek bikarberên kurd li ser Facebook û Twitterê li hember van gotinan nerazîbûn nîşandan û hinekan jî ji beşdarvana kurd Perwaz Husên xwestin ji pêşbirkê vekişe.

Piştî vê yekê, berpirsa beşa sosyal medya a Rûdawê Ruyîde Mistefa li ser twittera xwe nerazîbûna kurdan ji Ehlamê re ragihand, wê jî di bersiva Mistefa de wiha got:“Mebesta min ji wan gotinan bêhuermetî nebûye. Min xwast piştevaniya Perwazê bikim û ezê vê jî nîşan bidim.” Rûdaw