Li Brezîlya, li bajarê Sao Paolo, bi nexweşiya AÎDSê re eleqedar şevek hate lidarxistin. Di şeva alîkariyê de, mankena navdar Kate Moss û lîstikvana Holywoodê a bi navûdeng Sharon Stone bi hev re derketine ser dikê. Li ser dikê, li ber çavên beşdarvanên şevê, Moss û Stone bi lêvê hatine hev û hevdu maç kirin.
Organîzasyon, ji aliyê amfAR’a ku bona destê xwe drêjî nexweşên bi AÎDSê ketine bike û mirovan li hemberî AÎDSê hişyar bike hatiye avakirin ve hate lidarxistin.
Şûşeyek şerav yê ku li ser etîketê îmzeya Kate Moss û Sharon Stone hebû, di şevê de bi 35 hezar sterlînî hate firotin.
AVESTA KURD