Serrûpel Magazîn “Berî Befirbaranê“ li Treibeca xelat wergirt

“Berî Befirbaranê“ li Treibeca xelat wergirt

Belav bike

Fîlmê li New York  xelata  baştirîn  kamera wergirt.

Di dema wergirtina xelatê de, roja 25  meha Nîsanê,  lîstikvanê navdar Robert De Niro jî amade bû.

 

Festîvala  Treibeca yek ji grîngtirîn festîvala dinya yê ye, ew ji aliyê lîstikvanê Hollywodê Robert De Niro ve hatiye avakirin. 

 

Fîlm di van festîvalan de jî hatiye xelatkirin: Festîvala Karlo Vivry ya Cek, Festîvala Edinburg ya Brîtanya, Festîvala  Sarybosna, festîvala Emdem a Elmanya, Haifa  Israîl, Festîvala  Doha li Qeter  û gelekên din.

 

Filma Berî Befirbaran ji aliyê  Kompanya Mitos Film û kompanya Norwecî Paradox film ve  hatiye berhemdayîn.

 

Berhemhênerê fîlmê Mehmet  Aktaş di derbarê fîlmê de wiha got: “Em  li ser navê sînema kurdî gelek serbilind in. Ev fîlm li çar welatan hate kisandin.  Çîroka vê fîlmê li Amêdyê gundê pîrozan dest pê dike û li Neorwêcê bi dawî dibe…“

Niha  ev fîlm li ser navê  Kurdistanê li temamiya  dinyayê belav dibe…“

 

Aktaş li ser zehmetiyên ku dîtine wiha dibêje: „Ew tengasiya dema kişandina filmê de me dîtin bi serkeftina filmê re ji bîra me çû. Bi rastî ragihandina Emrîkî û cîhana sînema li New York grîngiyeke mazin da fîlmê”