AVESTA KURD - Perwaz Husên ku ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye û xanima hunermend Goran Salih e, di pêşbaziya Arab Idol de derket finalê. Perwaz Husên zimanê Erebî nizane lê belê hemû stranên ku dibêje ji ber dike û paşê dibêje.
Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û şanda ligel kir. Demîrtaş silavên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re anî.
AvestaKurd - Mirovê bi navê Osman Ay yê ku li Tirkiyê, li navçeya Kocaeli li Golcokê jiyan dike, bê navber tam 7 hezar û 741 roj in ku
rojiyê digre. Dibêje, "ez bona rizayê Xwedê rojiyê digrim."
AvestaKurd - Dayika 77 salî Nezîfe Babayigit, çima ku ji lawikê xwe yê ku hilkişiyaye çiya re sûretek, qazax û betaniyek şandiye, ji aliyê dadgehê ve bi 2 sal û mehekê hate cezakirin. Cezê xwe bi pranga li malê dikişîne.
AvestaKurd - Di roja ku Ataturk wek hemşehriyê bajarê Amedê hatiye qebûl kirin de Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê aleke mezin a
Tirk li ser avahiya xwe daliqand.
AvestaKurd - Parlementerê MHPê yê Hatayê Adnan Şefik Çirkin gef li siyasetmedarên Kurd xwar û bi taybet jî ji bo Parlementerê Mûşê yê
BDPê Sirri Sakik got, "înşellah rojekê em ê we hemûyan dardakin."
AvestaKurd - Aktrîsta sînemayê a navdar û endama Komisyona Aqilmendan Lale Mansur, li ser ekranên Haberturkê bersivên pêşkêşvan Ece
Unerê bersivandin. Mansur anî ziman ku Tirk naxwazin bi Kurda re wekhev bin.