Serrûpel Magazîn Atlasjet li hostesên ku Kurdî dizanin digere

Atlasjet li hostesên ku Kurdî dizanin digere

Belav bike

Cara yekê ye ku fîrmayeke hewager li Tirkiyê bi îlanan li hostesên ku Kurdî dizanin digere.
Fîrma bi navê Atlasjet, di îlana xwe de, ligel Îngilizî û Erebî, ji hostesên ku zimanê Kurdî baş dizanin jî digere ku bigre kar.
Atlasjetê di îlana xwe de cih da ev îfadeyana: “Şîrketa Anonîm a hewager a Atlasjet, ji bo seferên hewayî yên aliyê Anatolya û Ewrupa a Stenbolê, di şert û mercên ku li xwarê hatine diyarkirin de, wê karmendên jin yên kabînê, çi bitecrube û bêtecrube bigre.”
Şert û mercên Atlasjetê jî wiha ne:
Divê li Stenbolê rûniştî be,
Divê temenê xwe di navbera salên 20 û 33 an de be,
Divê hemwelatiya Komara Tirkiyê (T.C.) be,
Divê ji bo firînê di warê tenduristiyê de ti astengiyên xwe tinebin,
Divê herî kêm bejna xwe 1.68 santîm be û li gorî bejnê kîloyên xwe guncaw bin,
Divê herî kêm dibistana serete qedandibe û kesên zanîngeh qedandine wê bêne tercîhkirin,
Divê baştir Îngilizî, Erebî û Kurdî bizanibe.

AVESTA KURD