Serrûpel Nûçe “Hikumeta Kurdistanê ji Tirkiyê pêşverûtir e“ (Vîdyo)

“Hikumeta Kurdistanê ji Tirkiyê pêşverûtir e“ (Vîdyo)

Belav bike

Fatoş Guney, hevsera Yilmaz Guney, bû mêvanê bernameya ku Enver Aysever pêşkêş dike a CNN Turkê a bi navê “Pirsên Dijber.”
Fatoş Guney anî ziman ku, ew pêvajoya çareseriyê destek dike û hîn li pêş me reyeke dûr û drej heye. Di bernameyê de gotina herî balkêş ji bo Kurdistana Başûr bikaranî. Fatoş Guney got, “niha Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê pêçverûtir e.”
Fatoş Guney wiha dewam kir: “Em hîn jî şerm dikin û nikarin bibêjin Kurdistan. Gelo ev tirsa ji kuderê tê? Di heyama Osmaniyan de jî wisa bû. Di heyama Osmaniyan de Kurdistan hebû, Lazîstan hebû. Wira erdnîgariyeke. Em çima ji vê rastiyê şerm dikin. Dema ku hûn bibêjin Kurdistan, ma hûn xweseriyê didine wira? Pêwiste em van şaşiyana ji paş xwe bihêlin. Dîsa jî ez hêvî dikim ku her tişt wê baştir bibe…”
Guney dibêje, li Tirkiyê ti caran demokrasî pêş neket. Her tim wesayeta leşkeran hebû. Niha ew wesayeta leşkeran hate şkendin û ez pesna vê jî dikim lê bi hêviya ku wesayetên din şûna wesayeta leşkerî negrin dibêjim. 
Fatoş Guney li ser ekranên CNN Turkê, sînyala ketina siyasetê jî da. Guney got, “ger ku ji BDP an AKPê pêşniyar bê, ez difikirim ku di siyasetê de cihê xwe bigrim lê ez qet di nav CHPê de siyasetê nakim. Çimkî CHP mîsyona ku îro dikeve ser milê wan bi cih nîne.”

AVESTA KURD