Serrûpel Nûçe Bi saxî ew çarmîx kirin

Bi saxî ew çarmîx kirin

Belav bike

Ji aliyê Xeçperestan ve, kişandina çarmixê a Hz.Îsa cara 9. hate bibîranîn.
Li çar aliyên cîhanê, bi hezaran bi beşdariya xeçperestan, roja ku wek “Îniya Pîroz” an “Îniya Baş” tê bi nav kirin hate pîrozkirin.  Ji gellek welatan bi hezaran xeçperestên Dêra Katolîk tevlî pîrozbahiyê bûn.
Hin xeçperestên ku ji Dêra Katolîk destûr stendin, bi saxî xwe kişandine çarmixê. Xeçperestên ku wek Hz. Îsa xwe kişandine çarmixê, mîx kutane dest û lingên xwe. Ji aliyê hezaran ve ev dîmenên ecêb hatin temaşekirin.
Di baweriya xeçperestiyê de roja “Îniya Pîroz” wek roja ku Hz. Îsa kişandine çarmixê tê hesibandin.
Li welatên wek Filipîn û Amerîkaya Başûr, gellek terîqatên xeçperestan, bona ku êş û jana Hz.Îsa kişandiye bikişînin, ezîyetê ji canê xwe dikin.

AVESTA KURD