Serrûpel Nûçe Ev der dibistan e

Ev der dibistan e

Belav bike

Li gundê Çagliyê 10 mal hene û gelheya gund jî qasî 60 kesî ye. Gund girêdayî navçeya Sasonê a Êlihê ye. Li vî gundî, ne dibistan heye ne jî mamosteyekî ku pişeya wî mamostetî ye. Tene mamosteyekî ku bi pera hatiye girtin perwerdehiyê dide 17 zarokên gundiyan. Gundiyan, bi derfetên xwe koneke ji naylon çêkirine û kirine dibistan. Weliyên xwendekaran diyar dikin ku, pirr caran ew mamosteya jî nayê gund û wana mecbûr dimînin ku dersan bidine zarokan. Di dibistana ji naylon a ku ala Tirkiyê bilind dibe de, zarok di bin koneke ji naylon, di nav kevir û xilikan de, di bin mercên kevnare, bi zimanekî biyanî perwerdehiyê digirin.