Serrûpel Magazîn Braziyê dengbêj Şakîro Ozcan Denîz hate şêlandin

Braziyê dengbêj Şakîro Ozcan Denîz hate şêlandin

Belav bike

Stranbêj Ozcan Denîz, li bajarê Tirkiyê li Aydinê, çû serdana gora kalik û pîrika xwe ku, ew hîn li ser gorê bû, trimbêla wî hate şêlandin. Dizan, camê trimbêla Ozcan Denîz şkendine û compitor, makîneya fotoyê, berçavka rojê û şepqeya wî birine.
Alavên Ozcan Denîz yên ku hatine dizîn, bihayê wan nêzika 6 hezar lîreyî digre.
Stranbêj Ozcan Denîz, braziyê dengbêjê bi navûdeng Şakîro ye. Di mûzîka Kurdî de dengbêj Şakîro wek şahê dengbêjan tê naskirin. 
Ozcan Denîz, ligel stranbêjiya xwe, di gellek fîlman de jî lîstiye.

AVESTA KURD