Ji ber kafeke wê li Family Mall a Hewlêrê heye, Rojîn berdewam serdan Hewlêrê dike. Di vê derbarê de Rojîn ji govara Sivîl re got: ‘’Wek keseke normal tenê ev dikana min li Hewlêrê heye, ne xirab e, hinek car fêde ye û hinek car zerar, lê madem li Hewlêrê ye zerar jî bo min her fêde ye.’’
Rojîn got ku wê dema zêde li Herêma Kurdistanê maye gelek xwazgîniyên wê hatine û wiha axifî: ‘’Kurdistan ji bo xwazgîniyê gelekî baş in, her keçekê bibînin roja din diçin xwazgîniyê, wilo li min jî hatiye, lê belê niha naxwazim bizewicim.’’ (Bas)