Stranbêj Seccad Mehmedî yê Îranî, li Tirkiyê hewl dide ku ji xwe re piyaseyekê peyda bike. Taybetiya Seccad Mehmedî ev e ku, bi rengê dengê xwe dişibe stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises. Ji bo Mehmedî tê gotin ku, ew ê bibe reqîbê Tatlises û ji aliyê çapemeniyê ve jî bi vî awayî tê lansekirin.
Seccad Mehmedî, li Stenbolê di şeveke ku ji bo danasîna wî hate lidarxistin de derkete ser dikê û nêzika 3 seeta stranên Îbrahîm Tatlises gotin.
Seccad Mehmedî, di sala 1987 an de li bajarê Îranê Çaldiranê hatiye dinyayê.
AVESTA KURD