Serrûpel Nûçe Baweriya PKK bi dewletê nayê

Baweriya PKK bi dewletê nayê

Belav bike

Nivîskar û rojnamevanê navdar yê Tirk Hasan Cemal, di pêvajoya vekişîna gerîlayên PKKê de, li çiyayên Kurdistanê bi gerîla û fermandarên HPGê (Hêzên Parastina Gel) re vekişînê dişopîne. Li herêma Metîna li kampeke PKKê Hasan Cemal, bi fermandarê HPGê Dr.Bahoz Erdal re hatiye ba hev.
Di hevpeyvîna ku 5 seeta dewam kiriye de Bahoz Erdal, bi dewletê bawer nekirina xwe wiha îfade dike: “Gelê Kurd li ser vê xakê bi dewleta Tirkiyê bawer nake. Dewletê 90 sal e ku Kurd xapandine, asimîle kirine, xwestiye bikine Tirk û qetlîam li dijî Kurdan kirine. Niha li me dipirsin û dibêjin, ’em ê çawa bi PKKê bawer bikin?’ A rast berevajî vê ye. Li vî welatî zimanê Kurda hate qedexekirin, nasnameya Kurd hate înkar kirin, li Dêrsim, Zîlanê Kurd rasta qetlîamê hatin. Bi hezaran kuştinên kiryar nediyar qewimîn. Ji ber ev tiştên ku Kurda jiyaye, Kurd wê bi kê bawer bikin? 4 hezar gund hatine şewitandin. Kurd rastî van hemû neheqiyana hatin. Pêwiste em bipirsin: Emê çawa bi dewleteke wisa bawer bikin?.”
Bahoz Erdal di 4 xala de dewletê rexne dike û dibêje: Di heyameke ku agirbest hatiye îlankirin û gerîla vedikişe de çima balefirên Heron li ser me têne firandin? Çima hejmara cerdevanan zêde dikin? Çima qereqolên nû ava dikin? Li herêmê çima çalakî û sewqiyatên leşkerî her diçe zêde dibin?
Bi kurtasî hin daxuyaniyên Dr.Bahoz Erdal yên ku bi Hasan Cemal re parve kirine:
Kurd zêdetir ji gotinên, “Kurd û Tirk birayên hev in, em wek goşt û neynok in nefret dikin. Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê asimilasyona li ser Kurdan wê dewam bike.
– Baweriya me bi aştiyê heye lê ne ku em bi dewletê bawer dikin û hêviya xwe xurt dikin. Em bi rêbertiya xwe û hêzên xwe bawer dikin ku em hêviya xwe a aştiyê xurt dikin.
Niha pevçûn çênabin û ji bo ku pêvçûn neqewimin, gerîla rêya seetekê di 3-4 seeta de dimeşe. Ev pêvajo ji aliyê rêberê me ve hate destpêkirin û em jî li gorî pêvajoyê gavan diavêjin.
– Ku dewlet jî li gorî agirbesta heyî tevbigere, di nav 2 mehan de vekişîna gerîla wê bi dawî bibe lî ku dewlet balefirên heron bifirîne, vekişîn heta dawiya payîzê wê dewam bike.
Dewleta Tirkiyê ku wek sala 1999 an nêzika pêvajoyê bibe û bibêje ez ê PKKê parçe bikim, nakokiyê têxime nav wan, wê demê tiştekî ku em Kurd bibêjin namîne. Ev ne tehdît e, tesbîteke objektîf e.
– Herî zêde hêzên me pirsa, “gelo rewşa Rêber Apo wê çawa be?” dipirsin. Ji bo gerîla mijara herî dilzîz û hesas ev e.

AVESTA KURD