Di dema serdana xwe de, li ser peymana ku di navbera şîrketê û hêzên YPG de hatibû îmzekirin rawestiya ye.
Di navbera her du aliyan de ji bo parastina petrola Rimêlan û Kerzîro ji aliyê hêzên YPG ve (hêzên ser bi PYD) girêbestek hatibû îmzekirin.
Li gora belgeya di destê AVESTA de, ew peyman di 01.06.2013 de bi dawî tê.
Birêvebirê şîrketa petrola Sûriyê got, ew nikare li ser destê xwe dema girêbestê dirêj bike û piştî bi dawêhatina girêbestê divê hêzên YPG ji Rimêlanê derkevin.
Eger hat û girêbest nehate dirêjkirin, dibe ku encamên xerab derkevin, ji ber ku rêjîma Esed hêza xwe li Qamişlo û derdora wê xurt kiriye û plan dike ku derbasî Rimêlanê bibe ku niha li gora peymanekê di navbera her du aliyan de, li wê derê hêzên YPG desthilat in.
AVESTA KURD