Serrûpel Nûçe Rêbwar Kerîm bi kuştinê tehdîd kirin

Rêbwar Kerîm bi kuştinê tehdîd kirin

Belav bike

Navenda Metro di daxuyaniyekê de ragihand, duh (17.05.2013) êvarê li bajarê Silêmaniyê dema peyamnêrên Rûdawê dixwestin kêfxweşiya xelkê Silêmaniyê ji bo başbûna rewşa tendirustiya serokomarê Iraqê û sekreterê YNKê Celal Talebanî bikşînin û veguhezin, rastî êrişê hatin.

Di daxuyaniyê de li hember êrişa li dijî peyamnêrên Rûdawê nerazîbûn hat nîşandan.

Peyamnêrê Rûdawê Behrûz Fereydûn ku duh rastî êrişî hatibû, ji Metro re ragihandiye, dema wan dixwest kêfxweşiya xelkê Silêmaniyê ya ji bo başbûna rewşa tendirustiya Talebanî veguhezin, li ber avahiya navenda YNKê rastî êrişê hatin û “nêzîkî 15 kes” bi dar û mistan li wan dane.

Kameramanê Rûdawê Kojîn Serdar jî derheqê bûyerê de wiha got: “Dema êrişî me kirin min xwe avêt ser kameraya xwe ji bo ku neşkê lê kamera ji min strandin û şikandin û memoriya wê jî birin. Min daxwaza alîkariyê ji polîs kir lê li ber çavên wan li min dan.”

Tê gotin ev nerazîbûna li hember Rûdaw û karmendên wê ji ber gotin rojnamevanê navdar Rêbwar Kerîm Welî bû ku duh (17.05.2013) li ser rûpela xwe ya Facebookê derheqê avêtina gulleyan piştî belavbûna nûçeya başbûna Talebanî wiha gotibû: “Ev gulle ji bo mirina Mam Celal tên avêtin yan ji bo wêneyên wî yên beriya salekê?”.

Rêbwar Kerîm Welî piştî wê nivîsê ragihand ku ji ber wan gotinên wî, hinek kesan bi rêka nameyan gefa kuştinê lê xwarine û wiha got: “Ji vir û pêde tiştek were serê min YNK berpirsiyar e.”

Di daxuyaniya Metro de hatiye gotin ku rayedarên YNKê gotine: “Dema em çûn cihê bûyerê (cihê lêdana karmendên Rûdawê) hemû tiştek xilas bibû. Berovajî gotinên wan (karmendên Rûdawê) me alîkariya wan kir û piştre bi xwe hatin spasiya me kirin. Arîşeya wan bi malbatekî re hebû nek bi me û polîs re. Hevalên me tenê navbeynkarî dikirin. Em bawer nakin piştî ewqas alîkarî tiştekî wiha bêjin.”

Berdevkê Rûdawê Fazil Necîb jî di daxuyaniyê de ragihand, gotinên ku li ser rûpelên taybet ên medyayên civakî yên karmendên Rûdawê tên belavkirin, ne nêrîn û helwesta Rûdawê ne ji ber ku helwest û nêrîna fermî ya Rûdawê tenê ji aliyê berdevk û rêveberê giştî yê Rûdawê ve tê ragihandin.

Duh êvarê piştî nûçe û wêneyên serokomarê Iraqê û sekreterê YNKê Celal Talebanî belav bûn, li gelek dever û bajarên Herêma Kurdistanê xelk derket ser cadeyan û kêfxweşî ji başbûna tendirustiya Talebanî nîşan dan. Li hinek deveran “gulleyên kêfxweşiyê” hatin avêtin ku bû  sedema birîndarbûna hinek kesan. (Rûdaw)