Serrûpel Hevpeyvîn Hevpeyvînek ligel nivîskar M. Şefîk Oncu

Hevpeyvînek ligel nivîskar M. Şefîk Oncu

Belav bike

 

Nivîskarê kîtêba WEDAT AYDIN M. Şefîk Oncu,Tu pêwendiyên Wedat ên birêxsitinî bi PKKê an ERNKê re çênebûne.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij – Köln

 

Nivîskar M. Şefîk Oncu demek li ser jîyan û kuștina WEDAT AYDIN bi navê „DOZEK DEWRANEK LEHENGEK“ derxistibû. Civîna yekemîn ya nasandina pirtûkê li Dîyarbekirê bû. Paşê jî li Stockholmê bo nasandina pirtûkê civînek hat darxistin. Birêz Oncu roja 1ê Hezîranê li Kölnê pirtûka xwe da nasandin û dost, heval û xwendevanan re îmze kır. 

Em li ser ew pirtûkê bi M. Şefîk Oncu va sohbetek pêk anî.

 

 

Seyîdxan Kurij: Tu demek berê li ser Wedat Aydin pirtukek nivisî. Tu bi çi hest, hizir û armancê biryara nivisandina vê pirtuke da?

 

M. Şefîk Oncu: Min her hizir dikir ku divê jiyana lehengên weka Wedat, weka Necmettin Buyukkaya, Muhterem Biçimli, Mazlum Dogan, Mahsun Korkmaz û gelekên dinê bê nivisandin. Lê bi rastî min pir cesaret jî nedikir. Di sohbetên bi hin hevalên me ên hevbeş jî me behsa vê meselê dikir. Her ku wext di ser da derbas dibû, acîliyeta nivisandinê jî zêde dibû. Havîna 2011 de çend hevalên ji kevneşopiya ku Wedat jî jê dihat, di nava xwe de vê mijarê weka sohbetekê minaqeşe dikin. Ew jî di wê baweriyê de ne ku divê êdî bê nivisandin û teklîfa nivisandinê ji min re anîn, min ji vê yekê cesaret wergirt û dest bi xebatê kir. Tevî berhevkirina belgeyan, hevpeyvînên bi malbat, heval, aktor û şahidên pêvajoyê û nivisandinê ev xebat 18 meh dom kir.

 

Seyîdxan Kurij: Tu dikari li ser naveroka pirtukê û karûbarê nivisandina pirtuke me agahdar biki? Tu cawa, bi metodek cawa ew pirtuk amade kir.

 

M. Şefîk Oncu: Çend sal berê, dema minê kurtejiyna Necmettin Buyukkaya binivisanda çûm semînereke derheqê nivisandina biografyayê. Di wê semînerê de ez fêrî gelek tiştan bûm. Paşê min di internetê de jî gelek agahî di vê derheqê de berhev kirin. Bi rojan çûm kitêbxaneya bajêr û ji aliyê metodê min li gelek biografyayên hatine nivisandin nêrî. Bêguman weka di her beşê nivisandinê hene, di biografyayê de jî metodên cuda hene. Piştî min plana xebatê çê kir ez çûme Anqerayê û min li ser vê yekê bi Mamoste Ismail Beşîkî re xeber da. Wî yek du pêşniyar kirin. Metoda min bikaraniye bêtir dişibe lêkolînekê.

 

Di vê xebatê de ji aliyekî taybetmendî û xusûsiyetên dewranekê, ku ev dewrana jiyana Wedat Aydin tê de derbas bûye ye û li aliyê dinê jî bi her awayî jiyana Wedat, bi fakt, belge û şahidiya aktor û şahidên demê tê berbiçavkirin. Em di vê xebatê de pêvajoya hewldan û livên rewşenbîr û kadroyên kurd, xebat û tekoşîna salên 1970yî qisûr, kêmasî û lê dilsoziya kadroyên vê demê, dijwariya salên 1990î û helbet wêneyek Wedat yê tevî qisûr û taybetmendiyên wî ên qenc, dibînin.

 

Seyîdxan Kurij: Li gor te çima Wedat Aydin hat kutșin?

 

M. Şefîk Oncu: Wedat Aydin ji nîveka salên 1970yî de di nava xebat û tekoşînê de bû û heke ne di dereceyek bilind de berpirsê rêxsitina xwe be jî, di nava xebatê de her li pêş bû. Di tekoşîna salên 1970yî de gelek rayadarên herêmî ji destê wê bêzar bibûn. Di zinadana Diyarbekirê de bi maneviyeteke bilind li ber xwe dabû.

 

Wedat  yek ji wan kesa bû, heta em dikarin bibêjin yekta kes bû ku di demeke şerekî gelek dijwar ü qirêj li Kurdistana Bakur dihate meşandin û li bajara tirs û bêdengiyeke mezin hebû, tevgera sivîl organîze kir. Bi helwesta xwe meydan li siyaseta dewleta tirk xwend. Wedat li paytexta Tirkiyê di komcivîna IHDê de bi kurdî axaft, di mahkemê de jî vê helwesta xwe biisrar bi kurdî peyivî û bi vê helwesta xwe qanûna kurdî qedexe dikir, pûç kir. Wedat, yekemîn kes bû ku li cenazeyên gerîlayan xwedî derket, bo wan merasim lidar xistin û li ser gorên wan bi kurdî peyivî. Wedat, di her axaftina xwe de bi israr gotina Kurdistan bikar anî. Wedat, dil dikir ku di hilbijartina dê du meh piştî kuştina wî pêk bihata bibe namzed, biçe di Meclîsê de bi kurdî biaxive, wê sonda nîjadperest nexwe û vegere Diyarbekirê.

 

Li aliyê dinê piştî Wedat bû serokê HEPê xelk li dora partiyê civiya. Wedat her roj gaveke dinê derdiket pêş. Bi biryardarî, vîzyon û mêrxasiya xwe bibû bela serê dewletê. Yanî têra xwe sebeb hebûn ku wî bikujin û Wedat dizanibû ku dê wî bikujin.



 

Seyîdxan Kurij: Kuștina Wedat Aydin  hat xuyakirin an ji hîn ji tarîye?

 

M. Şefîk Oncu: Bûyera Wedat di ûjdanê her kesî de zelal e. Bi qasî ku tu şik tune be, qatilê wî dewleta tirk e. Kuştina wî bi biryar û plan e û destpêka pêvajoyeke nû ye. Mixabin mesele ji aliyê hiqûqî ve hê nehatiye zelalkirin. Hemû diyarde JÎTEM û berpirsên wê ên demê serbaz Ahmet Cem Ersever, Mahmut Yildirim(Yeşîl) û serbaz Aytekin Özden îşaret dikin. Di nava vê grûba ku Wedat ji mala wî birine û kuştine, îtîrafkerên PKKê jî hene. Hanefi Avciyê ku wê demê berpirsê MITê ê herêmî ye, dibêje grûba Ahmet Cem Ersever Wedat kuşt. Îtîrafker Abdulkadir Aygan, detayê xebatên kuştinê dide.

 

Ji aliyê hiqûqî ve lêpirsînek ji aliyê Dozgeriya Diyarbekirê dest pê kiriye, lê hê doz nehatiye vekirin. Dozgeriya Diyarbekirê beriya ku doz bikeve ber mirûrî-zeman li ser daxuyaniya Ayganî îfadeya Aytekin Özden û Hanefî Avci wergirt, bi vê yekê doz nehat girtin û heke heta 2021ê delîl û diyardeyên nû bêne bidestxistin, dê doz bête vekirin. Mixabin rewşa hiqûqî ev e.

 

Seyîdxan Kurij: Gelo li gor lêkolînen te pêwendîyek Wedat birêxsitinî bi PKKê an ERNKê re çebûye, ango ew bûye endamê PKKê an ji ERNKê.

 

M. Şefîk Oncu: Na! Tu pêwendiyên Wedat ên birêxsitinî bi PKKê an ERNKê re çênebûne. Di nava xebata legal de Wedat û hin kadroyên nêzî PKKê an PKKyî çêbûne. Herweha têkiliya wî û kadroyên PKKê ên ji hesbê derketine jî çêbûye.

 

Seyîdxan Kurij: Wekû tê zanin ew salan qasî 17 hezar kurd bi destê hêzên dewlet hatin kuștin, gelo ew konsepta kî bû? Armanca vê konseptê çibû?

 

M. Şefîk Oncu: Konsepta nû ku bi kuştina Wedat dest pê kir, parçeyek ji şerê li Kurdistana Bakur dihate meşandin û konsepta dewletê bû. Armanca vê konseptê raste rast hişmendiya kurd bû. Dewletê hizir dikir ku ew ê bi kuştina rewşenbîr, siyasetmedar, karsaz û çalakvanan pêşî li tevegera sivîl ya kurd bigre û tekoşînê di çiyayan de asê û îzole bike.

 

Diyarde hene ku ev konsepta ku rayedarên dewletê di nava xwe de weka ‘ Metoda Îsralê’ bi nav dikirin, di Lijneya Ewlekariyê ya Millî (MGK) hatiye qebûlkirin. Armanca vê konseptê, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û karsazên kurd bûn. Hê di wan salan de serokwezîra tirk di axaftineka xwe de got ku lîsteyek ji navên kesên xwedêgiravî alîkariya aborî didin PKKê di destê wan de heye. Navê gelek karsazên hatin kuştin di vê lîsteyê de bûn. Kes nikare bibêje ku haya serokkomar Suleyman Demirel, serokwezîr Tansu Çiller, sererkan Dogan Gureş ji vê konseptê nîne.

 

Seyîdxan Kurij: Îro behsa așitî tê kirin, gelo ji bo xuyakirina ew biyaran û bi cîh anîna edaletê divê çi were kirin?

 

M. Şefîk Oncu: Rast e ku îro behsa aşitiyê tê kirin, lê aştiyeke çewa û li ser kîjan zemînê ne zelal e. Cîhê bextreşiyê ye ku weka gelek mafên miletê kurd behsa van kuştinên weka kuştinên qesas nediyar tên binavkirin, lê encamên konsepta me li jor behs kir, nayê kirin. Ji bo ev dewrana reş û tarî û zilmeke nedîtî hate meşandin, divê beriya her tiştî dewlet arşîvên xwe veke û mekanîzmayek ku bikaribe derheqê hemû rayadarên demê, lêpirsînê dest pê bike, bê amadekirin.

 

Lê rewşa dixuye mirov bêhêvî dike. Ne siyaseta kurd vê yekê daxwaz dike û ne jî tirk amade ne, ku bi rûpeleke reş ê dîroka xwe rû bi rû bibin.