Serrûpel Nûçe Hêviya Ocalan heye, lê…

Hêviya Ocalan heye, lê…

Belav bike


Mehmet Ocalan wiha axivî: Bi rastî me hevdîtinek berfireh kir. Rewşa girtiyên ku li cem Abdullah Ocalan dimînin jî başin. Min rewşa wan jî bi yeko yekosewal kir. Birêz Ocalan got çima malbatên kesên din nehatine. Min jî got ji bo wan destur nehatiye dayîn.

Mehmet Ocalan got Abdullah Ocalan qala giştiya pêvajoyê kiriye û bi awayekî berfireh nirxandiye. Mehmet Ocalan got, Abdullah Ocalan gotiye ku di pêvajoya çareseriyê de her çiqas hin daxwazan nehatibe bi cih jî qonaxa ewil xilas bûye û derbasî qonaxa duyemîn bûne.

Mehmet Ocalan wiha pê de çû: Birayê min Ocalan got ku: Avahiyên qereqolan yên ku li herêmê tên kirin û girtinên gundparêz ên nû tu piştgiriyê nade pêvajoyê. Lê bi kurtahî qonaxa pêvajoya aştiyê ya ewil qediya. Em hêvî dikin ku qonaxa duyemîn hêj erênîtir be. Em ê li van rojan derbasî qonaxa duyemîn bibin. Hêviya min ji sedî 50 ye. xeberên kurdî