Hevpeyvîna bi Ciwan Haco re a ku Kadir Kaçan pêk anîye li xwarê ye:
Hûn dikarin ji me re qala malbata Haco’yan a ku di serhildana Şêx Seîd de li Mîdyadê koçberî Suriyê bûn bikin?
Li Kurdistanê gellek malbatan, piştî ku Komara Tirkiyê ava bû û sozên ku dane Kurdan nehatin girtin, li dijî dewletê serî hildan. Dûra pirraniya wan malbatana an hatine kuştin an jî hatine sirgun kirin. Malbata min jî li dijî zilmê serî hilda û ji ber zilma Komara Tirkiyê ji cih û warên xwe bûn. Ev felaketa herî mezin a ku wê were serê mirovan e.
Dayika min jî dişibiya ev jinên ku ji ber me re derbas bûn.( 2 jinên bi dolbent spî yên derdorê 60 salî ji ber me re diçin). Wek her jineka misilman dayika min jî sergirtî bû. Dayika min ti cara ne azadiya min ne jî a kesên din asteng nedikir. Ez li cem dayika xwe pirr rehet bûm. Ji hezkirina dayikê mezintir hezkirin tine ne.
Hûn mizakereyên di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de çawa dinirxînin?
Ez vê erênî dibînim. Ji xwe pêwist e diyalog çêbe. Ez ji pêvajoya ku niha tê meşandin a aşîtiyê tiştên baş hêvî dikim. Berê her tiştî dixwazim ku faydeya vê pavajoyê li Kurdan bibe. Ev pirsgirêka Kurd tenê bi bratiyê çareser nabe. Ku mafên miletekî, netewekî çi ne, pêwiste heman maf ji bo Kurdan jî bên naskirin. Bi gotinên xweşik pirsgirêk çareser nabe. Pêwiste li ser bingeha meselê çareseriyek were dîtin. Ger ku mesele li ser esasê pirsgirêkê neyê çareserkirin, çend salan şûnda heman pirsgirêk wê dîsa derkevine pêşberî me. Divê Kurd wek milet bêne naskirin. Divê zimanê Kurdan bê naskirin û Kurd bi zimanê xwe bila dest bi perwerdehiya xwe bikin. Zarokên Kurdan êdî pêwîste ku li dibistanên ku perwerdehiya zimanê zikmakî didin bêne perwerdekirin. Nizanim li kêjan zanîngehê bi beşa Kurdî vekirinê fayde nagihê zimanê Kurdî. Ez dixwazim vê bibêjim, îro zimanê Kurdî di xetereyê de ye. Pêwiste ev xetereya bê dîtin. Ger ku Kurd dixwazin zimanê wan bijî û nemire, lazime bi israr daxwazin di warê ziman de bêne kirin û di daxwazan de biryardar bin. Heta ku mafên Kurdan yê miletbûnê neyên dayîn, ez ne di wê fikrê de me ku pirsgirêka Kurd wê çareser bibe.
Li gorî we Kurd dikarin ewqas êş û janên ku kişandine jibîr bikin?
Ev êşana ti cara nayên jibîrkirin. Gotina em jibîr nakin jî nayê wateya ku pêwiste her tim şer were kirin. Di şer de mirov dimirin. Kurdan di serî de ev şera nexwestine. Û ez bawer dikim ku êdî Tirk jî vî şerî naxwazin. Rewş ev e. Li holê şerek heye û tenê çareseriya vî şerî, di rûniştina aliyan de ye ku bi hev re rûnin û çareser bikin.
Hikumeta niha rastiya netewbûna Kurdan nasnake. Wek netewên din yên li Tirkiyê, Kurdan jî bê statû dibîne. Di vê mijarê de hûn dikarin çi bibêjin?
Ev têkoşîna ne têkoşîna ewil a Kurdan di dîrokê de dane ye. Kurdan her tim li dijî zilmê serî hildane. Kurd bona rastiya miletbûna xwe şer dikin. Di van şeran de bi çekan çareserî nehatiye. Ez wek hunermendek, li dijî şer disekinim. Ez dixwazim ku rojekê pêşde bi diyalogê ev şera bi dawî bibe. Ancax di nêvenga diyalogê de rastiya Kurdan a netewebûnê kare were qebûl kirin. Navê çareseriyê çi dibe bila bibe, bes ku çareseriyeke mayînde be. Ji aliyê dewleta serdest de qebûlkirina statûya Kurdan ji bo herkesî wê bi fayde be. Divê ev nêvenga aşîtiyê bixînin bin garantiyê.
Tevgera Kurd heta niha pirr caran bernameya xwe guherand. Hûn di mijara daxwazên Kurdan a dawiyê de çi difikirin?
Wek min diyar kir, tenê armanca Kurdan mafê xwe yên neteweyî bidestxistin e. Kurd, li ser welatê xwe, bi çand û zimanê xwe dixwazin bijîn. Di dîroka komarê de ti caran Kurdan dev ji van daxwaziyên xwe bernedane. Ti caran min şer rast nedît. Lê têkoşîna ku Kurdan bona azadiya xwe dane, heta ku mafê Kurdan werin dayîn wê bidome. Ku maf neyên naskirin ne pêkan e ku çareserî were.
Têkoşîna ku li Suriyê tê dayîn a Kurdan hûn çawa dinirxînin?
Kurdên Rojava îro bona azadiyê têdikoşin. Ez jî ji dil dixwazim ku têkoşîna wan biserkeve. Li Suriyê tenê ne Kurd, Ereb jî li dijî rejîma Baas têkoşîna azadiyê dimeşînin. Tevliheviya li Suriyê ji bo Kurdan firsendeke û ez bawer dikim ku Kurd wê vê firsendê baş bikarbînin. Ku li kuderê têkoşîna 40 mîlyon Kurdî hebe ez piştgiriyê didime wê têkoşînê. Ez serkeftina Rojava ji dil û can dixwazim.
Hûn ji bo çapemeniya Tirkiyê çi difikirin?
Kurd ji çapemeniya Tirkiyê ne xweşhal in. Çimkî çapemeniya Tirkiyê pirr caran ji bo Kurdan nûçeyên derew diweşîne. Çapemeniya Tirk hewl dide ku hikumetê memnun bike. Siyaseteke bi vî rengî nîşan dide ku Tirkiye ne dewleteke demokratîk e. Divê ji bo demokratîkbûnê di her qadê de têkoşîn bê dayîn. Ger ku Tirkiye dewleteke demokratîk bûya, mafên Kurdan gasp nedikirin.
Hûn dixwazin tabloyeke çawa bibînin?
Ez dxwazim tabloyeke ku her netew ji hev hezdike bibînim, tabloyeke ku herkes bextewar e.
Ji bo hevpeyvînê we wext ji me re veqetand, spas dikim. Gotine we a dawiyê heye gelo?
Ev 90 sal in ku Kurd tên kuştin, pelçiqandin û mafên wan tên gasp kirin. Dîsa jî Kurd aşîtiyê dixwazin, pêwiste li hemberî vê îradeyê rêz were girtin. Kurd miletekî asîl e. Gelê Kurd, qedra aşîtiyê her tim bilind kirine û şer jî her tim şermezar kirine. Ez spas dikim.
AVESTA KURD