Serrûpel Nûçe Kujerê Seed

Kujerê Seed

Belav bike



Ew di hewşa mala xalê min Mele Seededdîn de, û li odeya bavê xwe jî mîna qitikekî digeriya. Bavê wî, Ebdulbaqî yê ku di jiyana xwe de gêrikek neêşandiye ew hemêz dikir, bîn dikir, pêre dilîst û tavilê ew berdida hewşê ku di siya minareya mizgefta kalkê min a serbilind de bigere, ewî bi kêf lê dinêrî, kêfeke bêsînor. Biҫûk bû Seed, diya wî li ҫavên wî yên mêşinî dinêrî û pêşerojeke ronîdar di wan de dixwend, ew di xeyalê wê de dibû duxtorek, avokatek, yan jî muhendisek, ewê tim ew di xeyalê xwe de kesekî ku sûdê digihîne gel û malbata xwe didît. Dê û bavê Seed hîҫ xeyal nedikirin ku dê rojek were ewrekî reş bigre ser Amûdê, ewrekî kîn û nefreta ji jiyanê di sîbera duruşmên birqonekî û jehrkirî de ku lehengên wê ciwanin mejî ji serên wan hatine derxistin û bûne alet û mafyayên mirinê wan kontrol dikin. Ew ji mirinê re distirên, nirxên mirinê bilind dibînin, hêja dibînin ku tev ji bo takekesê pîroz bimrin, ew ji mirinê re dijîn û yan ewê bikujin û yan werin kuştin. Ma ev ҫi ҫand e xelkno?

Xalê min Mele Seededdîn jî qet xeyal nedikir ku dê neviyê wî û hemnavê wî bibe gorî di qurbangeha gurên di kincên şivanan de, ewî li deftera qederê nenêrîbû ku bizanibe dê gulleyek baasî bi destê tewşekî kurd êvareka bi xirecir were teqandin û dilê neviyê wî qul bike û gupîna wî ji bo xatirê Beşar Esed heta hetayê rawestîne. Xalê min qet xeyal nedikir ku dê jiyana neviyê wî yê panzdehsalî bi gulleyeke kînewer û tirsonek î ku ji şikeftên nezanîyê hatiye bi dawî bibe.

Ma em li kujerê te bigerin xalê min î biҫûk Seed? Na. Xwîna te ya li ber dergehê xortaniyê hatî rijandin bûye hezar tilî û destnîşanî kujeran dike. Kujer ne ew nezanê ku dest daniye ser tetika tifingê û xwe ji êrîşa „dijmin û xayinan“ re amade kiriye, kujer ne ew rebenê li pişt doşkayê rawestiyaye û „welatekî azad“ di xewnên xwe de dibîne, ne ew bêsewadê ku du herfan fêr bûye û li vir û li wir ji xwe re dinivîsîne, kujer ne ew gurên ku ji ҫiyayên xiyanetê û ezmanê xedrê dawerivîne ser xaka me jî. Na. Ev ne kujerên te ne Seed, ev roboter in ku bişkokên di destê parҫemokin li dijî ronahiyê de wan dilivîne, dibe û tîne. Kujer ew e yê ku kuştina te rewa û meşrû dibînin. Ewê ku kujerên te diparêze, gullebarankirinê bi wate dibîne, ew e yê ku ҫanda kuştinê dipesinîne, ewê ku me digot qey ew şeytanekî lal e lê wa diyar bû ku şeytanekî bi hezar zimanî ye, kujer ev nivîserên derewkerên xwediyên gotar û roman û dîwan in, ewên ku kaniyên xwînê jî biteqin wan tev nadin, namûs nayê serê wan û eger ku jinên wan jî tecawuz bibin, dibe ku ew tecawuzkeran jî biparêzin û behaneyan ji wan re bibînin. Ma em li kujeran bigerin û vaye xwîna we ji pênûsên wan diniqute? Ma em li wan bigerin û xwîna we ya pîroz bûye lekke li giyanê wan ên gemarî?

Ez li kesekî azad ji nav van digerim ku biqîre: me tu kuştî Seed.

Têbînî:

 Bavê Seed dibêje: em bêgav bûn ku seed bêdeng veshêrin, tenê deh kes  cenazeya wî hazir bûn.

Nizanim? navê faşistan bi hinekan giran hatibû, eger jê girantir heba min new bikarnedianî!