Serrûpel Nûçe Emerîka Kiryarên PYD li Amûdê şermezar kir

Emerîka Kiryarên PYD li Amûdê şermezar kir

Belav bike
Di daxuyaniya çapemeniyê ya fermî de, hikûmeta Emerîka dibêje hêzên PYD êrîşî xwepêşandaneke sivîl kir û di encamê de 6 kes kuştin, bi dehan kes birîndar kirin û 90 kes girtin.

Emerîka dibêje tu behane ji wan êrîşan re tune ne ku PYD xwepêşandeneke sivîl bi zorê biçewsîne .

Her wiha di daxuyaniya çepemeniyê de hatiye ku Emerîka li kiryarên PYD yên îşkencekirina girtiyan şok dibe û xwest ku yekser û bê merc û şert ew çalakvanên girtî werin berdan.

Emerîka her wiha xwest ku PYD rêzê li mafên mirovan bigire û bizanibe ku bikaranîna zorê dikeve xizmeta rêjîmê û rê li ber perçekirina gelê Sûriyê vedike.

http://www.state.gov/r/pa/prs/ps/2013/07/211430.htm

AVESTA KURD