Serrûpel Nûçe Ocalan: Heddê xwe bizanibe

Ocalan: Heddê xwe bizanibe

Belav bike
Can, di koşeya xwe de dinivisîne ku serokê PKK Abdullah Ocalan, hişyarî daye Salih Mislim û gotiye: Pir eşkere û bi tenê hereket neke.

Salih Mislim bi misteşarê MITê re rûnişt û li ser rewşa Sûriyê û herêma Kurdî axifîn.

Di hevdîtinê de Mislim dubare kir û got ku ew yek alî herêmeke otonom ranagihînin.

Salih berê di hevpeyvîneke xwe de diyar kiribû ku ew amadekariya ragihandina hikûmeteke demkî dikin û wan destûr nivîsandine, ewê biçin li Hewlêrê wê destûrê gotûbêj bikin.

Li gora ku Eyûb Can, di nivîsa xwe de dibêje, Ocalan hişyariyeke tund daye Salih Mislim û jê xwestiye ku bi tena serê xwe dernekeve pêşberî raya giştî û civînên çapemeniyê durust neke.