Serrûpel Nûçe “Li ber xwe bide Rojava“

“Li ber xwe bide Rojava“

Belav bike


Piraniya çapemeniya tirk piştgiriyê didin Nusrayê lê Ahmet Hakan ji bo çi li hêla kurdan digre nivîsand. Ahmet Hakan got xal, tanq, piştevan û fînansora Nusrayê henin lê piştgiriyên wisa yên Rojavayê tune nin. Ahmet Hakan nivîsand ku “Kurdên Rojavayê, li dijî erîşên Nusrayê li berxwe didin. 

Vaye nivîsê Ahmet Hakan yê bi sernavê “Li ber xwe bide Rojava”

Li Rojavayê kurd û Nûsrayê ku girêdayî El Qaîde, şer dikin.

Ya rastî:

Li Rojavayê kurd, li dijî erîşên Nusrayê ber xwe didin.

Ez dibêjim “Li ber xwe bide Rojava”

Ji ber, van her sê sedeman:

YEK: Kesên ku ji derve hatine û erîşê niştecihan bikin, mafê niştecihan heye ku li dijî erîşê wan xwe biparêzin.

DUDU: Min gelek caran dît û niha jî dibînim ku Nusra guh nade ku sivîl e yan na û wehşeta xwe didomîne.

SÊ: Xalê Nusra, tanqê Nûsra, piştevan û fînansorê Nusra henin lê piştgiriyên wisa yên Rojavayê ku berxwedide, tunenin.