Serrûpel Nûçe Polîsên Alman jî ji wî re gotibûn “Hişyar be!“

Polîsên Alman jî ji wî re gotibûn “Hişyar be!“

Belav bike

Siyamend Haco yek ji gelek rojnamevanên malpera KurdWatch e, ku di salên dawî de bi berdewamî li ser binpêkirina mafên mirov ji aliyê PYD ve li herêmên Kurdî li Sûriyê nivîsîye. Tirsandin, revandin, îşkencekirin û heta kuştin bi rêya PYD û mîlîsên wê, yên binavkirî wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li wir rojanene. Dûr ji karê KurdWatch jî Siyamend Haco vekirî û bi awayekî rexnegir li ser siyaseta PYD axiviye.

Hîn di destpêka tîrmeha 2013ê de dezgeha cezayê ya wilayeta Berlînê ew hişyar kir, ku ew ji ber vê helwesta siyasî di nav PKK de cihê rexnekirineke xurt e. Ji wî re hat pêşniyarkirin, »hişyarmend« be. Di heftiya çûyî de ji nasên wî re li Sûriyê telefoneke nenaskirî hat, li gor wê PYD plan dike Siyamend Haco »di heftiyekê de tesfiye bike«.

Awayê tundrewî û sert yê PKK û PYD, ya têkildariya wan bi rexnegiran re, ji zû de naskirîye û ji aliyê PKK de vedigere salên 1980an. Di heman demê de em bawer dikin ku ev »hişyarkirin« hewldaneke tirsandinê ye. KurdWatch ê berdewam be ku li ser binpêkirina mafên mirov li herêmên Kurdî li Sûriyê binvîse, dûr ji wê yekê, ku ka bê ew binpêkirin ji aliyê kî ve pêk tên.

Eger pirsên we hebin berê xwe bidin vê e-mailê: ‹info@kurdwatch.org› yan jî vê telefonê ‹0049 176 32676635›