Serrûpel Nûçe Bi yek gotinê: Mala we ava be!

Bi yek gotinê: Mala we ava be!

Belav bike

Her kesî, her malbatekê, dest bi komkirina alîkariya kirin, bi çûk mezin, zarok, kal, pîr, berê xwe dane Parka Şaneder li Hewlêrê û alîkarî anîn.

Bi kamyonan alîkarî şandin kampên koçberên Kurdên rojava.

Bi kamyonan, kinc, xwarin, vexwarin, birinc, pêlav, heta bi çokolata û lîstikên zarokan, çi were bîra we, kom kirin û ji xuşk û birayên xwe yên Kurdên rojava re şandin.

Duh û îro li Parka Şaneder qiyamet bû.

Berpirsiyarên hikûmetê û siyasî hemû li wir bûn. Lîwa Ezîz Weysî bi xwe serpereşiya hêzên Zêrevanî dikir ku alîkarî kom dikirin û dixistin kamyonan.

Berî rojekê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû kampa Kurdên rojava û got “çi we re lazim be emê bikin, hûn xuşk û birayên me ne, lê em naxwazin rojava vala bibe…”

Kamera Avesta çend dîmenan ji wê kampanyayê pêşkêş dike.