Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ku ji bo tevlî mitînga 1’ê Îlonê bibe çûbû Amedê û ev 2 rojin bi partiyên siyasî û saziyan re hevdîtinan pêk tîne, li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê lidar xist. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş, Hevserokên KCD’ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, parlementerên BDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu û Halîl Aksoy jî tevli civînê bûn.
Asya Ebdullah, diyar kir ku ew li ser vexwendina BDP’ê hatine bakûr û bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîne. Ebdullah, derbarê hevdîtinên xwe de ev agahî dan: “Me di hevdîtinan de li ser rewşa Rojava û alikariyên ku dive ji bo Rojava werin kirin nirxandin kirin. Me xwest nêrîn û pêşniyarên xwe bi we re parve bikîn û pêşniyarên we bigirin.”
Ebdullah, da zanîn ku guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin guhertinên dîrokî ne, lê divê hemû hêz di nava vê guhertinê de cîh bigirin. Ebdullah, destnîşan kir ku ew aligirên demokrasiya gelan in û wiha berdewam kir: “Divê sîstem li ser îradeya gel û civakê were avakirin. Ger ev pêş bikave, wê şerê li Suriyê bisekine û jiyana demokratîk, aştî, biratî pêş bikeve.”
Ebdullah, bal kişand ku siyasetên hêzên herêmê bandorek neyînî li ser civakê çêdikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû hewildan û mudexelekirina Suriyê, dîsa alikariya ji bo çeteyan bandorek xirap li ser jiyana gelan û civakê çêkiriye. Niha mudexeleyek li ser Suriyê tê kirin. Eger mudexele rejîmê hedef digire, divê mudexele rê li ber komkujiyan veneke û bandora neyînî li ser civakê çêneke. Lê ger ku mudexele li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê çêbibe, wê helwesta me zelal be. Ew hêzên ku hesabên xwe dikin bila bizanibin bêy gelê kurd pirsgirêk çareser nabe.”
Li ser siyaseta Tirkiyê jî Ebdullah, daxuyand ku eger Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz, divê helwesta xwe biguherîne û alikariya çeteyan rawestîne.
Hevseroka PYD’ê Ebdullah, li ser hevqebûlkirina gelan jî rawestiya û axaftina xwe wiha domand: “Gelê kurd weke hêzek li Rojavayê Kurdistanê xwedî projeya çareseriyê ya ji bo hemû gelên herêmê ye. Hinek hêz hene dibêjin kurd dixwazin dewletê ava bikin, şer derdixîni, lê ev ne raste. Ev helwest dihêlin ku hemû hêz êrîşî gelê kurd bikin. Eger di nava gelan de hevqebûlkirin û hatina gel hev çênebe, wê pirsgirêk çawa çareser bibe. Em ji hemû kesan re dibêjîn ev rêveberiya Rojava ne li hemberî gelê Suriyê û cudabûna Suriyê ye. Ev ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, pêşîgirtina koçberî û şer e. Em têkoşîna vê yekê didin.”
Asya Ebdullah, anî ziman ku ew amade ne ku bi hemû aliyan re hevdîtinan pêk bînîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê li hember siyasetên ku hebûna gelê kurd û mafên wan qebûl nakin, têbikoşin. Em bi tu hêzan re li hemberî hêzek din hevdîtinan pêk nayînîn. Divê li ser navê kurdan peymanên ku werin çêkirin bi Desteya Bilind re werin çêkirin. Em alîgirê civîna Cenevrê ne. Divê hemû kes û gelê kurd jî beşdar bibe.” ANF