Di vê derbarê de rêveberê ragehandina şirketa navbirî Derbaz Yunis agahî dan BasNewsê û got: ‘’Ev merasîma han di çarçoveya 1. Festîvala Hewlêr bo Bazarkirin birêve diçe ku mehekê Şirketa Babilion bi çavdêriya Parêzgeha Hewlêrê û Desteya Giştî ya Geştûguzarî ya Kurdistanê lidar xist.’’
Yunis wiha axifî: ‘’Ji hemû bajar û bajarokên Kurdistanê 55 keçên Kurd formê beşdarbûnê amade tejî kirine û di nav wan de tenê 12 keç hatine hilbijartin ku beşdarî pêşbirkê bibin û bigihin fînala pêşbirkê.’’
Du sal e li Herêma Kurdistanê şahciwan tê hilbijartin û par Şênê Ezîz bû Şahciwana Kurdistanê ya 2012’ê. BAS NEWS