Serrûpel Magazîn Şampiyonê Kurd mêvanê Putin e!

Şampiyonê Kurd mêvanê Putin e!

Belav bike
Ew ji aliyê serokê Rûsya Vladimir Putin ve hate pêşwazîkirin.

Mîşa Eloyan bi Mîdelya Zîvî hatibû xelatkirin.


Mîşa 23-ê tebaxê sala 1988-an li gundê Bambakaşatê (navçeya Armavîrê, li Ermenîstanê) di mala êzîdîyan de ji dayîkê bûye. Sala 1997-an malbeta wî koçberî bajarê Novokûznêskê (qeza Kêmêrovoyê, Rûsya) bûye. Ew 10 salîya xwe de bi boksê ve mijûl dibe. Mîşa sala 2008-an fîncana cîhanê bir, sala 2009-an di leca cîhanê de cîhê sêyemîn girt, sala 2010-an bû çêmpîyonê Avropayê, lê sala 2011-an di leca cîhanê de, ya ku li Bekûyê derbaz bû, ew li ser ket û cara yekemîn navê şêmpîonê cîhanê qazanc kir. Îsal havînê li Ûnîvêrsîada navnetewî ya Kazanê de ewî cîyê duemîn girt.
Mîşayê Sûrên Eloyan (Eloyî) vê gavê di warê sporê de bajarê Novosîbîrskê temsîl dike. Sporvanê genc 52 kîlo ye. Ew naha li înîstîtûta Moskvayê ya hiqûkzanîyê û Akadêmîya bajarê Kûzbasê ya amadekirina dersdaran de bi şêweyê dûreke xwendina xwe dom dike.
Em bi dil û can Mîşa pîroz û bimbarek dikin, wîra serkeftinê û hêlalnên nûye bilind dixwezin.

(Prîskê Mihoyî)