Serrûpel Nûçe AVESTA riya Salih Mislim bi dest xwe ve anî

AVESTA riya Salih Mislim bi dest xwe ve anî

Belav bike
Wî li aliyê sînor li rojava got, ewê bi riyên xwe yên taybet derbasî Ewropa bibe.

Hinek pêşbînî dihatin kirin ku ew biçe Şamê û ji wir biçe Ewropa.

Lê bi derxistina deriyê Til Koçer ji destê çekdarên Îslamî yên DAIŞ, dawî li krîza derketina Salih Mislim ji rojava hat.

Salih Mislim ji rojava çû Bexdayê, ji wir çû Dubey û ji Dubey jî derbasî Brukselê bû.

Dixwest roja şemiyê bi ji Brukselê biçe Emerîka û li wir beşdarî konferansekê biba, lê belê Emerîka Vize neda wî.

Salih Mislim ji bo standina Vîze, li konsolxaneya Emerêka li Stockholmê serî lê dabû, lê nedane wî.

Ji ber wê yekê jî nikaribû biçe û bi riya Skype tevlî konferansê bû.

AVESTA KURD