Li gor nûçeya televizyona fermî ya Sûriyê, li bajarê Qamişlo çend malbatên leşkerên Artêşa Sûriyê ku di şerê li dijî opozîsyonê de hatine kuştin, di merasîmekê de hatin xelatkirin.
Di merasîmê de, Parêzgarê Hesekê Mihemed Zehal el-Elî, berpirsê şaxê Partiya Baes li parêzgeha Hesekê Xelef el-Miheşim û çend berpirsên hêzên ewlekariya rejîmê beşdar bûn.
Rêveberê Nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo D. Omer Agûb ku ew jî di merasîmê de beşdar bû ji televizyona fermî ya Sûriyê re got “Ji niha û pêde malbatên şehîdan bê pere di nexweşxaneyê de bêne dermankirin”.
Di 14ê mijdarê de, alîgirên rejîma Beşar Esed li nava bajarê Qamişlo xwepêşandanek lidarxistin û têde piştgiriya rejîma Esed kirin.
Berî çend rojan, malpera Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê li ser zarê çavkaniyekê belav kiribû ku di demeke nêzîk de wê deriyên sînorê yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de bê vekirin û di bin kontrola hêzên rejîmê de be. Rûdaw