Şehab Îsa (47), serokê malbateke 8 kesî ye, dahata xwe ji Rûdawê re eşkere kir û got: “Dahata min a mehane 300 hezar dînar e, jiyana min pir dijwar e, ez nikarim pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikim.”
Mala Şehab li taxa Gije Bera ye ku wek taxeke xelkên feqîr li Dihokê tê naskirin, xaniyekî wî heye tenê ji ode û midbexekê pêk tê: “Ez wek kesekî me ku di dojehê de be û buhiştê bibîne, lê ez nikarim derbasî wê buhiştê bibim.”
Li gor gotina rêveberî çavdêriya civakî, 53 hezar kes li Dihokê meaş ji tora parastina malbatê werdigirin, lê rêveberê wê rêveberiyê Reza Nayif got: “Hemû ne hejar in, çiku hin ji wan zarokên zengînan in û kolêj qedandine, mehane 150 hezar dînaran wek alîkariya bêkariyê werdigirin.”
Li gor raporeke rêxistina NY ku di sala 2009 li ser rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistan û Iraqê amade kiribû, parêzgeha Dihokê hejartirîn parêzgeh e. Ew rêje jî bêhtir ji ber gundên parêzgeha Dihokê ye, ku piraniya şêniyên wan hejar in.
Reza Nayif got: “Vêga 14 hezar serokmalbat meaşê hejariyê ji tora parastina malbatê werdigirin, lê ger em derî li ser piştê vekin û mercên wergirtina wê alîkariyê sivik bikin, hingê wê hejmara wan bibe 25 hezar malbat.”
5 milyardêr û 100 milyonêr li Dihokê hene
Ligel wê rêjeya zêde ya hejariyê, lê çend milyardêr û milyonêr jî li bajarê Dihokê hene. Nûnerê şîrketa Eclim Grûp, ku yek ji şîrketên herî mezin ê Dihokê ye, Şîmal Îsmaîl got: “Li bajarê Dihokê 5 milyardêr û 100 milyonêr hene. Bazirganên pir mezin li bajarê Dihokê hene, ku ofîsên xwe li Tirkiyê, Çîn û Dubey vekirine.”
Cîgirê serokê odeya bazirganî li Dihokê Muşîr Rezîkî dibêje, rewşa aborî ya Dihokê roj bi roj baştir dibe: “Çiku ji bilî pêşketina aboriya xelkê, hatina penaberên Sûriyê û rojavayê Kurdistanê jî, bandor li ser baştirkirina rewşa aborî ya xelkê kir.”
Gellek caran rewşenbîrên Dihokê giliyan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku butçeyeke mezin diçe ji Hewlêr û Silêmaniyê re û PDK û YNK girîngiyeke zêdetir didin wan herdu bajaran, lê Rezîkî got: “Tenê firokexane kêşe ye, ger firokexaneya Dihokê dest bi kar bike, hingê wê Dihok bibe baştirîn bajarê aborî li Kurdistanê. Çiku erdnîgariya Dihokê pirr girîng e û sînorê wê yê hevbeş ligel Iraq, Sûriyê û Tirkiyê heye.”
Niha zêdeyî 2000 şîrketên biyanî li Dihokê kar dikin ku piraniya wan tirkî ne. Rezîkî got: “Şîrketên ku li Dihokê kar dikin, bêhtir tirkî ne, lê belê şîrketên erebî, romanî, çînî, almanî û brîtanî jî hene.”
Derbarê amarên ku li ser rêjeya hejariyê li bajarê Dihokê tên belavkirin, Rezîkî got: “Baweriya min zêde bi wan hejmaran nayê, çiku ger tu herî meydana karkeran, tu du karkerên dihokî li wir nabînî. Lewra bawer nakim rêjeya hejariyê li Dihokê zêde be.”
Nasir Elî – Rûdaw – Dihok