Serrûpel Magazîn Kanî kursiya Şivan?!

Kanî kursiya Şivan?!

Belav bike
Dema ku Şivan hate protokolê cihek tune bû lê rûne, hesabê wî nekiribûn û kursiya wî tune bû.

Şivan Perwer bê kursî ma.

Dema ku serokê herêmê Mesûd Barzanî çû ser sehnê axaftina xwe pêşkêş kir, Şivan Perwer çû li ser kursiya wî rûnişt.

Dema ku serokwezîrê Tirkiyê dora wî hat û çû axaftina xwe kir, vê carê Şivan Perwer çû li ser kursiya Erdogan rûnişt.

Carekê jî çû li cihê cîgirê Erdogan Bulent Arinc rûnişt.

Ji ber ku cih tune bû, carekê jî neçar ma biçe li cihê Amine Erdogan, hevsera serokwezîrê Tirkiyê rûne.

Ev jî kêmasiya protokolê bû, kursiyek ji Şivan re neanîbûn û hesabê wî nekiribûn.

AVESTA KURD