Arîç behsa çûyîna xwe ya xerîbiyê kir û wiha pê de çû: “15ê nîsanê weke roja ji dijmin xelasbûna Agiriyê tê pîrozkirin. Di sala 1979an de li Agiriyê ji bo pîrozkirina vê rojê bernameyek hatibû lidarxistin. Wê demê gelek burokrat û Wezîrê Spor û Ciwaniyê Yuksel Çakmûr jî beşdarî bernameyê bûbûn. Min di bernameyê de 2 saetan stranên tirkî gotin. Ji ber ku vexwandiyan lavayî min kir, min straneke kurdî jî got. Ji ber ku min strana ‘Ehmedê Ronî’ got ez hatim girtin. Wê demê li Tirkiyeyê gelek kesan ew stran digot. Li ser berteka gel ez hatim berdan lê dîsa jî ji bo girtinê hatim darizandin.”
– “Ez hunermendê TRTê bûm lê wan ez ji kar derxistim
Ariç destnîşan kir ku ji wê şevê pê ve jiyana wî guherî û wiha dewam kir: “Wê demê ez hunermendê TRTê bûm lê wan ez ji kar derxistim. Ez li gazînoyên mezin yê Stenbolê derdiketim dikê, lê wan jî pişta xwe li min zîvirand. Roj bi roj ez tengav kirim. Jixwe piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê her tiştxirab bû û ez mecbûr mam û min welatê xwe terikand.”
– “Bavê min û dayika min mirin, min xatir ji wan nexwest”
Arîç got: “Piştî ku ez ji Tirkiyê veqetiyam dayika min, bavê min, xatiya min û gelek xizmên min wefat kirin. Min xatirê xwe jî ji wan nexwest. Ev ji bo min gelekî zehmet bû. Daxwaza min ew e ku kesek nekeve rewşeke wiha. 33 sal e ez qet nehatime welatê xwe. Min hewl neda ku ez werim. Min bêriya gelek tiştan kiriye. Ez pir dixwazim ku gora dayik û bavê ziyaret bikim.”
Arîç ji bo vegera xwe ya Tirkiyê şert danî û wiha dewam kir: “Ji bo ku kesên wek min vegerin û hunera xwe serbest îcra bikin divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe, ev şert e.”
Arîç der barê hatina Şivan Perwer a Amedê de jî wiha got: “Şivan Perwer hunermendekî hêja ye. Bêguman ji bo muzîka kurdî xizmetên baş kirin. Ji ber ku Perwer vegeriya welat û nav gelê me, ez gelekî kêfxweş bûm. Jixwe min silav da hevdîtina Amedê.”
Nizamedîn Arîç kî ye?
Di 1956an de li Agiriyê bûye. Bi berhemên xwe yên di qada sînema û muzîkê de tê nasîn. Arîç ji bo ku navê Feqiyê Teyran neyê jibîrkirin li ser navê wî albûm derxist. Ewropa di serî de, li gelek welatan konser da.
aa