Serrûpel Nûçe Şer li Kerkûkê giran dibe

Şer li Kerkûkê giran dibe

Belav bike


Îro (04.12.2013) piştî nîvro otombêleke bombekirî li ber avahiya dezgeha îstixbarata Iraqê li bajarê Kerkûkê teqiya û piştî teqînê hejmarek çekdar êrîşî avahiyê kirin û xistin destê xwe, û heta niha şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê û çekdaran de berdewam e.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ligel çend partiyên Turkmenî li Hewlêrê behsa êrîşa ku îro (04.12.2013) li Kerkûkê çêdibe kir û got: ‘‘Rewşa ewlekariyê li bajarê Kerkûkê xirab bûye û guhertineke berçav di êrîşên terorîstan de çêbuye.’‘

Barzanî ragehand ku, Herêma Kurdistanê amade ye alîkariya hemû aliyan bike li dijî terorê. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî îro piştî nîvro daxwiyand ku, heta niha Bexdayê tu hêz û helikopterên şer neşandine Kerkûkê, da alîkariya hêzên ewlekariyê bike ji bo kontrolkirina rewşê.

Lê ji aliyekî din ve, Berpirsê Dezgeha Zanyarî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî da zanîn ku hêzên dijî terorê ji Silêmaniyê gihiştine bajarê Kerkûkê ji bo kontrol kirina rewşa bajêr. Lahur Şêx Cengî got ku wiha axifî: ‘‘Em bi hevkariya hêzên din li Kerkûkê, niha programekê amade dikin, da bi planeke bihêz avahiya îstixbarata Iraqê li Kerkûkê ji estê çekdaran derxin, û kontrol bikin.’‘

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, di şerê îro de heta niha herî kêm 60 birîndar û 5 kûştî hene, di nav kuştiyan de efserekî polis, 2 asayiş, polîsek û şoferekî ambulansê heye. Komîteya Ewlekariyê ya Kerkûkê da zanîn ku di şer û pevçûna ligel çekdarên di avahiya dezgeha îstixbarata Iraqê de, hêzên ewlekariyê karîn 5 çekdaran bikujin.

Komîteyê herwiha eşkere kir ku hêzên ewlekariyê karîne heta niha 11 kesan ji destê çekdaran rizgar bikin, û hê 4’ê din di avahiya dezgeha îstixbarata Iraqê de di bin destê çekdaran de ne. Bas