Serrûpel Nûçe Nelson Mandela bêdeng xatirê xwe xwest

Nelson Mandela bêdeng xatirê xwe xwest

Belav bike

Mandela ku li dijî nijadperestiya Apartaydê xebateke mezin kiribû, xelata Aştiyê jî wergirtibû.

Her wiha ew ji ber xebata xwe ya li dijî nijadperestiyê 27 di zindanê de mabû.

Weke tê zanîn, dema ku Tirkiyê xwest xelata Atatirk bide wî, wî ji ber binpêkirina mafê Kurd li Tirkiyê ew xelat red kiribû.

Bi kurtî jiyana Nelson Mandela

Nelson Rolihlahla Mandela (z. 18 tîrmeh1918 – m. 5 berfanbar2013) ji 9’e gulanê1994 heta pûşper1999 yekemîn serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr bû.

Berî hingî ew ji bo bizavên siyasî û bo nehêlana rejîma apartheid têkoşiya bû ketibû zîndanê. Ew beriya ku bibe serokkomar, rêberê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (African National Congress, ANC) bû.

Wî 27 salên jiyana xwe li zîndanê bihurandine ku piraniya wê li zindana Gizîrteya Robben derbazbû. Ji ber vê heyama dirêja zîndanîbûnê û bizava wî ji bo nehêlana nîjadperestiyê ew bû navdartirîn rêberê şerê dijberî apartheidê.

Li van bîst salên bihurî wî zêdetirî sed xelatên navneteweyî wergirtine. Li sala 1992anXelata Atatürk a Aştiyê nepejirand û got ko ew nikare di vê rewşa ku Kurdan li Tirkiyê tên bindestkirin de xelatekî wiha werbigire.

AVESTA KURD