5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê ji ber 9 axaftinên wê yên cur bi cur û di demên cihê de bi hinceta “tevgerên bersûcê bi tevahî digihije endamtiya PKKê” der barê Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana de 10 sal cezaya hepsê dabû. Dadgeha Bilind ev ceza betal kir.
Dadgeha Bilind biryara betalkirinê bi yekdengî qebûl kir û di hinceta biryarê de got ku “ji carek zêdetir sûcê propagandakirina rêxistina çekdarî hatiye kirin, lê nikarin ji ber vê yekê biryara ji ber sûcê endamtiya diyar a rexistina terorê hikmê mehkûmiyetê bidin, di nirxandina delîlan de xeletî hatiye kirin.”
9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ji ber “parastina kêm a bersûc” biryara ku 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê di 4ê kanûna pêşîn ya 2008an de ji ber sûcê “endamtiya rêxistina terorê” dabû betal kir. Li ser vê yekê dozê ji nû ve dest pê kir û Dadgeha Bilind cezaya Leyla Zana ya ku bi hinceta “ tevgerên bersûcê bi tevahî digihije endamtiya PKKê” jî betal kir û dosyeya dozê şand 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê.
Di hincetnameya Dadgeha Bilind de dan zanîn ku bersûc Zana di Hilbijarinên Giştî yên Parlementeriya Heyama 24emîn ên ku di 12ê Hezîrana 2011an de hatin kirin de bû parlementer û wiha gotin: “Li gor çarçoveya dosyeyê beriya hilbijartinan dest bi lêpirsîna sûcê ku dixin sitûyê bersûc û wê kirine, ev sûc yek ji wan sûcên ku di madeya 83/2yemîn ya Destûra Komara Tirkiyeyê de hatiye îşaretkirin û di madeya 14/2yemîn de hatiye nîşankirin e û di çarçoveya sûcên xerab bikaranîna maf û azadiyên bingehîn de ye. Ev sûc derveyî qedexeya destlênedanê ye û ji bo darizandin û lêkolîna temyîzê ya ve sûcê tu astengî tuneye.” (AA)