Serrûpel Nûçe Li cîhanê petrol wê herî dawî li Kurdistanê biqede

Li cîhanê petrol wê herî dawî li Kurdistanê biqede

Belav bike

Gelekî behsa sermayeya petrol û gaza Kurdistanê tê kirin, lê belê li hinek welatan ev sermaya han bûye bela û bo gelek welatan jî bûye xweşbextî, bi baweriya we ev sermayeya xwezayî, Kurdistanê ber bi ku ve dibe?

Govend Şêrwanî: Bê guman girîng e serweta xwezayî ya her welatekî hebe, ya ji vêna jî girîngtir ew e ka ev serwet û samana han çawa tê bikaranîn, ji ber di dawî de hatina vê serwetê dibe sedema guhertina jiyana wî gelê ku xwediyê vê serwet û samana xwezayî ye. Ez çendîn car ligel pisporên biyanî yên di vî warî de rûniştime û me dîtiye bê Herêma Kurdistanê di vî warî de çiqas pêşketiye, herwiha me dîtiye bê navend û başûrê İraqê jî di warê jêrxana jiyan û giştî de çiqasî paşketî ye. Dema ji min pirsîn gelo beşa butçeya niha ji  ya Bexdayê zêdetir e? Wek bersiv min got; Ne temî ji sedî 17’ê butçeyê digihe me, ya rast jî ku digihe herêmê ji sedî 11 e. Wan jî pirsyar kir gelo ev ji sedî 17 têra van hemû karan dike, başe çima ji sedî 83 nikare van karan bike? Evna mînakeke ku rast e hatina me gelekî kêmtir e ji ya İraqê, lê belê çawahiya bikaranîna vê hatinê-dahatê girîng e.

Niha pisporên warê jeolojiyê yên cîhanê pêşbînî kirine ku temenê hemû petrola yedek a cîhanê digihe sed salên din, tenê yek cih nebe li ser zeviyê ku ew jî İraq û Herêma Kurdistanê ne. Evna jî ji ber demeke ew petrola yedek nehatiye bikaranîn û evna tê wê wateyê ku eger petrola hemû cîhanê biqede, tenê li İraq û Herêma Kurdistanê dimîne. Li gor xemlandinên dawî yedeke İraqê 150 milyar û yedeke Herêma Kurdistanê jî 45 milyar bermîl petrol e. Wate eger Herêma Kurdistanê rojane 1 milyon bermîl û li İraqê jî 3 milyon bermîl petrol bê berhemanîn wê demê temenê petrolê digihe 125-130 sal li İraq û Herêma Kurdistanê.

Hun wek pisporê warê petrolê, siyaseta petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê çawa dibînin ku di van çend salên dawî de peyrew dike?

Govend Şêrwanî: Siyaseta petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê çîrokeke serkeftinê ye. Yekem xala serkeftinê ew e ku yasaya veberhênanê hat pesendkirin, ew yasa rê ji şirketên biyanî re xweş dike daku bên Herêma Kurdistanê karê xwe bikin, rolekî vêna yê girîng hebû, herwiha aramî û îstîqrara Herêma Kurdistanê jî xaleke din e ku wiha kiriye gelek şirketên biyanî berê xwe bidin Kurdistanê, ji ber ew şirket ku pereyekî zêde dixin veberhênanê, bi pey jîngeheke aram û îstiqrar de digerin daku zerarê nekin. Xala sêyem jî ku wiha dike siyaseta petrol û gazê ya Kurdistanê serkeftî be û veberhênerên biyanî berê xwe bidinê, pêşketina jêrxana warê petrol û gazê ye li gor navend û başûrê İraqê. Ya rast jî ew e ku Herêma Kurdistanê yekem cih e li İraqê ku sûd ji gaza wê ya xwezayî bê wergirtin bo çareserkirin pirsgirêka elektrîkê li Herêma Kurdistanê.

Niha gelekî behsa danîna boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê tê kirin, bi baweriya we ev projeya han bandoreke çawa çêdike?

Govend Şêrwanî: Evna pêngaveke girîng bû. Ji ber ew xeta petrolê ya ku di navbera Kerkûk û Bendera Cîhan a Tirkiyê de heye, du borî ne û yek ji wan kar nake û ya kar jî dike mezinbûna wê tenê 46 inc e. Lewra hinardekirina petrola İraqê bo Tirkiyê sînordar bû, ji ber vêna jî danîna boriyeke nû, gelekî girîng bû bo hinardekirina petrol Kurdistanê, evna ne tenê di berjewendiya Kurdistanê de ye, lê hinardekirina petrola zêdetir, hatina ji petrolê ya İraqê zêdetir dike. Loma evna hevkariyeke baş a aborîya İraqê ye ku Herêma Kurdistanê dike, divê meseleya boriya petrolê ya nû bi çavekî din bê dîtin neku bi çavekhi siyasî û hevrikiya siyasî.

Vê dawiyê di konferanseke enerjiyê ya Londonê de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî ragehand ku heta sala 2015’ê Herêma Kurdistanê dikare di rojekê de 1 milyon bermîl petrol berhem bîne û heta sala 2019’ê jî bike du milyon, bi baweriya cenabê we evna mimkun e?

Govend Şêrwanî: Ya rast şiyana boriyan a wê astê heye, lê belê ew petrola han tenê li du-sê kêlgehan tê berhemanîn, eger kêlgehên din jî bigihin qonaxa berhemanînê wê demê digihin wê asta ku tê çaverêkirin.

Hîç siyasetek bê kêmasî nîne, li gor we ji bo pêşxistina warê petrol û gazê divê Herêma Kurdistanê di paşerojê de çi bike?

Govend Şêrwanî: Ne tiştekî veşartî ye, nêzîkê ji sedî 90’ê aboriya İraq û Herêma Kurdistanê bi petrolê ve girêdayî ye, em hemû jî dizanin ku ev serweta xwezayî heta hetayê namîne, loma divê planeke me ya demdirêj hebe û li wê yekê bifikirin ka çawa hatina vê serwetê bikarbînin bo pêşxistin û baştirkirina warên din ên Herêma Kurdistanê, em wiha bikin ku warên din jî bibin çavkaniyên hatinê. Wek mînak sektora kiştûkalî, pîşesazî, geştûguzarî ku niha hikûmet lê difikire daku wan bike çavkaniyên dahatê-hatinê. Hawar net