Serrûpel Magazîn Jinên Mexribî mêrên Kurd tazî dikin

Jinên Mexribî mêrên Kurd tazî dikin

Belav bike

Li gor axaftinên qurbaniyan, di destpêkê de endamên wê grûbê bi rêya keçeke xweşik û rind daxwaza hevaltiyê dikin, piştre dest bi gengeşê ligel wî kesê ku dixwazin dikin, eger zanîn ku ew kes xwedan kesayetiye bi awayekî lihevhatî gotinên romantîk jê re dibêjin û wiha dikin ew kes baweriyê bi wan bîne heta ku hejmara mobil û Skypê biguherin.

Ev gava han berdewam dibe heta ku ew keça Mexribî daxwaza axaftinê bi rêya vîdyoyê dike, piştire ew keç laşê xwe yê ciwan û nazik pêşanî wî kurê Kurd dike, herwiha piştî ku ew xort laşê keçê dibîne, keç jê daxwaz dike ku ew jî xwe rût bike, piştî çend deqîqeyekê bi rêya Facebookê nameyekê dişînin ku tê de lîsteyek bi navê hevalên wî kesî û dîmenê vîdyoyî tê de ye, û gefa wê yekê lê dixwin eger di demek diyarkirî de çend hezar dolar bo wan neşîne ew dê wê dîmena vîdyoyî bo hevalên wî bişîne û li ser Youtubê belav bikin.

Ev çîrok ne tenê ya yek kesî ye, lê ev ya bi dehan kesên ku bûne qurbaniyê vê yekê û heta niha bi dehan hezar dolar ji wan kesan re şandine daku dîmenên wan neyên belavkirin û navûdengê wan di nav xelkê Kurdistanê de têk neçe. Ne tenê bi vî rengî, hinek ji wan kesên ku bûne qurbanî ji ber vê pirsê ji Facebookê bi yek carî dûr ketine û hinek ji wan rûbirûyê rewşeke derûnî ya gelek xirab bûne û gehiştine astekê ku dixwazin întîhar bikin.

Ev karê han ne tenê keçên Mexribê dikin, lê keçên Libnan, Misir û Gurcîstanê jî vî karê han li derveyê welat û li nav welatê xwe jî encam didin, di vê raportê de BasNews ligel çend kesan ji wan qurbaniyan axifiye.

Heta niha bi hezaran dolar ji wan re şandiye

M.E ku ciwanekî bajarê Hewlêrê ye behsa vê yekê dike û dibêje: “Dema ku dawaza hevaltiyê ji keçeke Mexribî bo min hat guman li ba min çêbû, gelo keçeke wiha ciwan çawa min nas dike? Lê dema ku min dît ew hevala çend kesane û ez wan nas dikim min daxwaza wê qebûl kir.”

M.E wiha axifî: ‘‘Piştî tiştê ku bi sere min hat, li şûna wê keçê kurek ligel min axifî û daxwaza 2 hezar dolar ji min kir û got eger ez bowî neşînim dê dîmena min ya vîdyoyî belav bikin, ji neçarî min jê re got ez çawa bo te bşînim? Hejmareke bankê ji min re şand û min tiştê ku daxwaz kiribû bo wî şand, lê piştî du hefteyan careke din zext li min kir û heta niha min çar caran pere jê re şandiye ku bi giştî dike 11 hezar dolar, piştre gotin em ê dest ji te berdin, lê baweriya min bi wan nayê.”

Hewla xwekuştinê daye

Yekî din ji wan kesên ku ev yek bi serê wî hatiye, çalakvan û rojnamevanekî diyar ê Silêmaniyê ye, bi rêya hevalekî wî yê nêzîk BasNewsê zanî ku ew jî bûye qurbanê vê lîstikê, me hewl da ku ligel biaxifin lê amade nebû biaxife loma hevalê wî C.C ji BasNewsê re got: “Piştî ku rûbirûyê vê pirsgirêkê bû, nameyek ji min re sand û daxwaz kir ku ez gerdena wî azad bikim, yekser min telefona wî kir û çîroka xwe bo min got, lê ji ber ku ew pere di destê wî de nebûn ji wan re bişîne wî dixwest xwe bikuje, min serdana wî kir û ez ligel axifîm da xwe ji bîr bike, Facebook jî bi cih hişt, lê heta niha mehek di ser vê bûyerê re derbas bûye û tiştek çênebûye.”

Çima van kesan Kurd helbijartine?

Me karî bi rêya pirsekê ji I.T ku nexwest navê wî aşkere bibe, kompyutera wê grûbê Hack kir û piştre bi rêya deng BasNewsê peywendî ligel xwedanê wê grûbê kir. Elî ku serokê yek ji wan grûba ne û ew hevalên wî nêzîkê 300 accunte ên Facebookê li cem wî hene, herwiha bi dehan dîmenên vîdyoyî yên keçan li ba wan hene da karibin xelkê bixin davk û xefka xwe û ligel daxwaza wî kesî xwe rût dikin. Elî got: “Heta niha me bi dehan Kurd bi vî karî xapandine da pereyan ji me re bişînin.”

Li ser pirsa gelo bi rastî eger kesekî pere bo wan neşandin ew dê dîmena wî ya vîdyoyî belav bikin? Elî wiha bersiv da “Em naxwazin Kurdekî ji nav bibin, eger me zanî ku pere bi wî re nînin em dest jê diberdin, lê carekê em neçar bûn ku em dîmeneke vîdyoyî belav bikin, karê me kom kirina pereyan e.”

Çawa di nav hemû welatan de xelkên Kurdistanê hilbijartin? Elî got: “Bi rastî em grûbek nû ne, bi rêya hevalekî me zanî ku çend grûban ev kar ligel çend kesên Kurd encam dane û serkeftî bûne, wî hevalî ji min re got ku kesekî Kurd ligel wan grûban kar dike û şarezayiya wî ya temam derbarê civaka Kurdî heye, lewma karê wan ji yê me baştire, lê tiştê ku me zanî ku Kurd evdalê seksê ne û hem ji xwe şerm dikin û bi tu buhayekî qebûl nake ku navdengê wî têk biçe, lewma me Kurd hilbijartin.”

Hinek kes hene neketina vê davkê

Ş.K xortekî nû pêgehiştiye û wiha dibêje: “Ez bêminet im ji wan lewma tiştek ji min nekirin, dema ku ev kar bi min kirin û name bo min şandin ez gelek tirsiyam, min peywendî bi hevalekî xwe re kir, lê hevalê min got xwe netirsîne eger tu daxwazên wan bi cîh neyîne ew dê dest ji te berdin, loma min wiha kir û wan tişek ji min nekir.”

Krîza perwerdeyeke tendirûst

Di vê derbarê de Lêkolînerê Civakî Salih Rehman ji BasNewsê re got: “Sedema serekî girêdayî nebûna perwerdeyeke tendirûst û baş e, dema zarok ji dayik dibe li ser wê yekê mezin dibe ku seks heram e û filan tişt şerme, herwiha ev prose ne bihêze û navendên xwendinê jî li şûna vêna rast bikin, kesayetiya wî zarokî lawaz dikin, lewma bi peywendiyên bi vî awayî bi hesanî tê xapandin.”

Ji aliyek din ve Lêkolînerê Civakî Muhsin Farûq jî bo BasNewsê wiha axifî: “Beşek ji civakên girtî li proseyên girtî digerin da xwastên xwe têr bikin. Di vê civakê de dema ku xortekî nûpêgehiştî pirtûkeke rewşenbîriya seksî dixwîne zêdetir berê xwe dide babetên germ, wate seks tenê bi wateya laş gehiştiye xelkê.”

Muhsin Farûq wiha dibêje: “Her kesek di vê civakê de her tim hest bi kesayetiya xwe dike, lê ew kesayetî ji aliyê kulturî ve hatiye sînordarkirin, yek ji wan têgehan ku di nav civakê de nayê qebûl kirin seks e, dema kesek xwe diavêje derveyî sînorê ku civakê bo wî daniye, rûbirûyê xweşewtandin û hewla xekuştinê dibe, pêwîste her kesek wê yekê qebûl bike û xirab ji xirabtir baştir e û her kes di ezmûnên şaş re derbas dibe, tirsa belavbûna van dîmenên vîdyoyî tê wê wateyê ku baweriya kesî bi civakê û kesên nêzîkî wî nîne.” Hawar Net