Di welatên din de jî ji holê ranebin jî ji ber xûrt bûna înternetê êdî girîng û bandora rojnameyên klasîk nebin. Heta bi temamî ji holê rabûna rojnameyên çapkirî wê tenê holdîngên mezin ên medyayê rojnamyên çapkirî bi hejmarên bi kêm çap bikin tenê ji bo prestîjê û ji bo cihên taybet. Lê hin şîketên medyayê kovar û rojnamyan çap bikin jî ewê giraniyê bidin malperên xwe û kadroyên malperên xwe berfirehtir bikin û rojnameyan jî bi kadroyên biçûktir û tenê ji bo prestîj û ji bo berdewamiya kevneşopiyê çap bikin.
Lê piştî 2035ê wê êdî rojname qet neyên çap kirin. Di lêkolînê de tê diyar kirin ku di welatên wek Tirkiye de jî heta 2030’an rojnameyên çapkirî bi temamî ji holê rabin.
Lêkolîn ji aliyê Ross Dawsonê ve hatiye amade kirin. Bêgûman lêkolîna Dawsonê bû sedema nîqaşan jî. Her wiha hin lêkolîner jî diyar dikin ku piştî 10 salan wê lêza ji holê rabûna rojnameyan dikare zêdetir bibe û di hin welatan de zûtir ji holê rabe.
Li gor lêkolînê sedema ji holê rabûna rojnameyên klasîk wisa hatine rêz kirin
– Belav bûn û xûr bûna înternetê
– Pêşketina amûrên mobîl, tablet pc û e-xwendinê yên xwedî înternetê
– Zêde bûna maliyetên çapkirinê
– Hêsanî, lezgînî û dewlemendiya weşangeriya înternetê
– Gûherîna trendên reklamê û gûherîna şêweya reklamgeriyê
Ji bo Kurdan firsendek mezin e
Di hemû perçeyên Kurdistanê de ji ber sedemên sîyasî û ji ber zextên dagirkeran rûniştina rojnamegeriya girseyî pêk nehat. Her wiha di salên dawî de jî her çiqas hejmara rojnameyên Kurdî zêde bûbûn jî him çanda xwendina rojnameyan bi avayekî pêwîst di nav girseyan de pêk nehat him jî ber qelsiya hatineyan-nebûna çerxa reklamgeriyê profesyonelî di nav rojnamegeriya kurdî de pêşneket.
Lê eger ku di vî pêvajoyê bi stratejiyeke hevbeş û aqilane tevbigerin dikarin bi malîyetên biçûk weşanên pêşketî ên dîjîtal avabikin û di nav reqebeta medyaya dîjîtal de Kurd ne bidezavantajin.. (HAWAR NET / servîsa nûçeyên rojevê)