Serrûpel Magazîn Muzîkê bi pisîkên Wanê didin guhdarîkirin

Muzîkê bi pisîkên Wanê didin guhdarîkirin

Belav bike


Pisporên ku li Navenda Lêkolînê ya Malapisîkan a Wanê dixebitin di serî de strana “Baxên Enqereyê”, muzîkên klasîk, arabesk û yên govend û dîlanê bi pisîkan didin guhdarîkirin. Hat diyarkirin ku bi vî awayî pisîk rehet û aram dibin.

Midûrê Navêndê Doç. Dr. Abdullah Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navend ji bo parastina pisîkên Wanê di sala 1992an de hat avakirin.

 Kaya, diyar kir ku bi saya xebatên ku li navenda pisîkan dikin tenduristî û genetîka pisîkan tê parastin. Kaya wiha dewam kir: ”Navende me wekî din jî ji bo ku cisnê pisîka Wanê bê parastin û dewam bike dixebite. Em wisa bawer dikin ku heywanên ku muzîkê guhdarî dikin xwe baştir hîs dikin. Em sibehê ji saet 8an heta 17an muzîkê bi pisîkan didin guhdarîkirin.” (AA)