Di nava wê şeşpelê de jî navikek kesk heye .Di nava wan belgên mezin wek yên kelemê qurmek derdikeve, di serîyê qurm ( navteng ) î pir çiqin jê derdikevin her çiqek jî di şibehin kulîlkekê .Ew çiqên vek kulîlkan digehin hev qubeyek kesk pêktînin. Ji wê dikaka wek quban kesk re “Brokolî “ tê gotin . Brokolî dikakek jibo tendûrustîya mirovan gellek kêrhatîye.
Tevahîya dinyayê ji Brokolî re dibên “ Brakolî “ Kurdan ew şibandîne gulkelemê. (kelema wek gulan ) ji berku rengê wê keske me jî keskatî lê zêdekir û bû gulkelema kesk. Lê ez di wê bawerîyê de me ku, em jî wek tevahîya dinyayê bibêjîn Brakolî dê çetir be.
Welat û Dîrok : Welatê Brakolî Îtalyaye. Di dema Înparatorîya Romayê de çandinîya wê li Îtalya dihat kirin. Nivîskarê dîmenên dîroka Roma ê yê navdar, Plînîûs ê mezin û Apîkûs di maqaleyên xwe, yên dîrokî û xwarinan de qala wê dikin. Brokolî heta dawîya sedsala 19 an jî wek dikakek berketî nedihat hesibandin. Lewre ji alîyê welatên din yên Ewropayî ne dihate çandin. Despêka sedsalên 20 an de Penaberên (mişextî- mahacir ) Sîcîlyanîyan bi xwere birin Amerîka û li wir çandinîya wê kirin.Li Amerîka nirx û qîmeta wê hat tesbîtkirin û li her derê belavbû. Niha welatên Amerîka ,Holanda, Spanya, Firansa ,Belçîka Almanya û hwd . Dikaka herî zêde tê xwarin û jibo ticaretê çandinîya wê tê kirin brokolîye. Li van deh salên dawî Tirkîyê û Kurdistana Bakûr jî hinek çandinîya wê tê kirin û qedrê wê tê zanîn.
Berhevkirin : Brakolî jî dema digehe tê jêkirin. Ew wek dikakên din bi awayê konseve, cemidandin, an jî tirşî jê çêkirin tê parastin. Lê awayê herîbaş û bi fayde xwarina yên tazeye (nû jêkirî ). Tivê Brokolî ji deh deqîkan zêdetir neyê kelandin û ava wê neyê rêtin. Ava wê jibo birûşan ( şorban ) bê xebitandin.
Têdahî :Kalsîyûm, Kone, Flavonoid, Antîbîyotîk, Selûlozîk , Lîf, Karoten, Selen, Sifir (paxir ) , Potasyûm , Hesin, Myrosînaz , Îndol, Vîtamîn A, E, C. Û hwd.
Kêrhatî : 1- Beden li henber penceşêhran diparêze 2- Pêşîya helandin û mehîyana hestîyan digire 3- Li henber arêşeyên xwînê bandorek erênî û zêde kêrhatî heye 4- Beden li henber penceşêhra pişik ( mêlaka spî- cergê spî ) pistan (memik ) û rûvikan diparêze 5- Xwurabûnên ostrojen ji holê radike,- 6 Li heber penceşêhra prostatê bandorek zêde baş heye 7- Pêşîya qebizbûnê digire û qebizê hiltîne 8- Edavên pivdank û kîskê mîzê paqijdike 9- Sistema xweragirîyê bi hêzdike.
Gotinên pisporan di derbarê brokolî de: Prof .Dr. Ahmet Marankî dibêje “ Brokolî dikakek mûthûşe , ew me ji penceşêhrê diparêze û temenê ( umir ) dirêjdike. Jiberku zehf kalsîyûm ê dihewîne , jibo nehelîyan ( mehîyan ) a hestîyan yêkûyêk e.
Brokolî kêmasîya mîneralan û hesin ji holê radike. Lewre depoya vîtamînan e. Li ba kesên Brakolî pir dixwun penceşêra rûvik û pîşikê hema- hema nayê dîtin. Herwaha zûbizû nexweşîyên tevgêra xwînê û dil jî nakevin. Li cem jinan li henber penceşêhra pistan, qefesa sing û Sptabifîd bandorek zêdebaş heye. Brokolî madeya îdol ê dihewîne. Ew jî pêşîya xwurabûnên Ostrojenên ku dibe sedemê penceşêhra kefesa sing digire. Taybetîyek wê jî pêşîya nexwşîya Spînabîfîda digire ( dema ji dayikbûnê de cih ne rûniştina movîka dawî ya piştê – kelêj )
Prof. Dr. Îbrahîm Adnan Saracoxlu dibêje “ Brokolî jiber madeyên hundirê xwe de dihewîne, jibo tendûristîya mirovan zêde bi faydeye. Brokolî vîtamîn A, E, C dihewîne. Jiber hewandina flavonoîtan, sîstema xweragirîyê hêzdike. Jiber taybetîya xwe ya antîbîyotîk li hember enfksîyonên prostatê zêde bi bandore. Çû antîbîyotîk nînin ku sîstema xwerairîyê lewaz nekin. “Aha giringîya brokolî li lêre derdikeve holê . Brokolî di heman demê de, hem sîstema xweragirînê hêzdike, hemjî vatinî (wezîfa ) antîbîyotîk dibîne.” Brokolî parêzvanek herî mezine li henber penceşêhra pistan, rûvik, prostat û rêkên avrêjê ( îdrar ) Dewleta Amerîka birakolî, bi madeyên Sulforafan û êndin hêzdike û li henber penceşêhrê bi awayek bi serketî kartîne. Brokolî bi madeyên hundirê xwe yên cureyên îndol (hormonên gîyayî ) hormonên beden sîqal ( eyar –rêkûpêk ) dike. Brokolî ji ber hewandina madya Selûlozîk ,toksînên di rûvikan de berhevbûyî tavêje der.
Karanîn : 1- Kûr a Brokolî 2- Xwarinên Brokolî
1- Kûr a Brorkolî : Jibo edavên (iltihab ) rêyên avrêjê (îdrarê ) kîskê mîzê û Prostata Teb’et (xûy ) xweş . Bi kêmanî 250 gr Brokolîya taze bikin beroşekê bilan 10 deqîqan bikele. Paşê nîvê wê avê spêdê, nîvên din jî berî şîvê 20 deqîqan vexwun . Lê hewceye piştî vexwarinê 20 deqîqan tiştek neyê xwarin û vexwarin. Brokolîya mayî jî hûn dikarin wek selete an jî pêxwarin danên cem xwarinan û bixwun . Ev Kûr hewceye 21 rojan li pêyhev pêkbêt.
2- Xwarin : Ji brakolî birûş (şorbe) meqerne, xwarinên kelandî û qelandî , selete tên çêkirin
Lê ji bîrnekin jibo hûn faydekî baş jê bibînin, tivê brokolî ji 10 deqîqan zêdetir neyê kelandin.
Xalidê Hekarî